Gordanên Hizbullaha Iraqê destdirêjiya ser konsolxaneya Îranê li Besreyê şermezar kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i295752-gordanên_hizbullaha_iraqê_destdirêjiya_ser_konsolxaneya_Îranê_li_besreyê_şermezar_kir
Endamê ofîsa siysî ya Gordanên Hizbullaha Iraqê Yekşemiyê bi şev bi amadebûna li Balyozxaneya Komara Îslamî ya Îranê li bexdayê, destdirêjiya ser konsolxaneya Îranê li Besreyê şermezar kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 10, 2018 06:14 Asia/Tehran
  • Gordanên Hizbullaha Iraqê destdirêjiya ser konsolxaneya Îranê li Besreyê şermezar kir

Endamê ofîsa siysî ya Gordanên Hizbullaha Iraqê Yekşemiyê bi şev bi amadebûna li Balyozxaneya Komara Îslamî ya Îranê li bexdayê, destdirêjiya ser konsolxaneya Îranê li Besreyê şermezar kir.

Li gorî rapora IRNAyê, Serokê ofîsa siyasî ya Gordanên Hizbullaha Iraqê, Ebu Ehmed Sûdanî û desteya pêra li hevdîtina bi Îrtecê Mescidî, balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Bexdayê xembarî û mixabiniya xwe ji êrîşa ajawegêran li ser konsolxaneya Îranê li Besreyê ragihandin.

Sûdanî bi bîr xist: Kesên girtî li pêvajoya nearamiyên Besreyê itiraf kirine ki têkilliay wan bi hin welatên rojavayî û erebî yên cînar hebûye û ji aliyê wan va dihatine piştgirîkirin.

Alîkarê Rêxistina Seferberiya Gelanî ya Iraqê anku heşdê Şeibî jî şemiyê bi şev ragihand ku vê rêxistinê hin agahî û zanyarî li ber dest hene ku nîşan dide balyozxaneya Amerîkayê û konsolxaneya vî welatî destê wan li nearamiyên vê dawiyê li Besreyê hebûye.

Ebu Mehdî El Muhendis got ku hin kesan bi rêvebiriya Azmerîkayê dest bi xerakirin û agirberdana bi şûnwarên dewletî, baregehên Heşda Şeibî û cihên Dîplomatîk ji wan konsolxaneya Îranê wek tenha welatê ku li şerê dijî koma têrorîst a DAIŞê alîkariya Iraqê kir, kirin.

Gelê Besreyê ku du mehan beriya niha destpêkerê xwenîşandana gelanî yên parêzgehên başûrî û navendî yên Iraqê bi nîşana nerazîtiya li hemberî rewşa bêserûber a xizmetgihanî, kêmbûna elektrîkê, şûrbûnaa avê û kêmbûna wê, gendelî û bêşiyaniya dewletê ji bo dabînkiirna hewcetiypên seretayî bûn, eva çend roj in ku careka din û vê carê bi nîşana itiraza li hemebrî şûrbûn û gemarbûna ava bajêr ku di encamê da heta niha bi sedan kes nexweş bûne, derketine nav kolanan.

Li xwenîşandana Bexreyê di rojên dawî da bi awayekî gumanbar alozî û tundî derketiye.

Îniyê bi şev komekê bi navê itiraza dijî bêserûberiya rewşa xizmetgihaniyê, êrîşî ser konsolxaneya Komara Îslamî ya Îranê li Besreyê kirin. Di encama vê destdirêjiyê da, agir bi avahiya konsolxaneya Komara Îslamî ya Îranê li vî şarî ket.