Serokeşîrên Iraqê destdirêjiya ser konûslxana Îranê li Besrayê şermezar kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i295746-serokeşîrên_iraqê_destdirêjiya_ser_konûslxana_Îranê_li_besrayê_şermezar_kirin
Komek ji rayedar û serokeşîrên Iraqê bi amadebûna li balyozxana Îranê li Bexdayê, destdirêjiya ser konûslxana Îranê li parêzgeha Besrayê li başûrê Iraqê şermezar kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 09, 2018 15:20 Asia/Tehran
  • Serokeşîrên Iraqê destdirêjiya ser konûslxana Îranê li Besrayê şermezar kirin

Komek ji rayedar û serokeşîrên Iraqê bi amadebûna li balyozxana Îranê li Bexdayê, destdirêjiya ser konûslxana Îranê li parêzgeha Besrayê li başûrê Iraqê şermezar kirin.

 Li gorî rapora IRNA`yê, serokeşîrên Iraqê roja yekşemê li hevdîtina bi Îrec Mescidî, balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Bexdayê destnîşan kirin: Rola Îranê  li warê rawestana  li ber tekfîriyên DAIŞê qet ji bîr nakin û hertim qedrzanê helwestên Îranê ne.

 Serokeşîran herwiha raghandin: Destdirêjkirên ser konûslxana Komara Îslamî ya Îranê li Besrayê ji gelê Besrayê nebûne û ji aliyê Erebistan û Emerîkayê ve dihatin rênimûnî û pişgirî kirin.

 Serokeşîrên Iraqê di eynî demê de amadetiya xwe bona berevaniya giştalî ji hevrêtî û hevkariya  her du welatan raghandin.

Wezareta Tendrutiya Iraqê raghand ku li encama nerazîbûnên   rojên derbasbûyî  li Besrayê duh 15 kes hatine kuştin û 190 kes jî birîndar bûne.