Teqîna boriya niftê li Kerkûka Iraqê
Terorîstên DAIŞ`ê ku piştî işkesta ji hêzên iraqî revîbûn û li hin navçên vî welatî xwe veşartibûn, boriyke niftê li parêzgeha Kerkûkê teqandin.
Li gorî rapora roja yekşemiyê ya Sputnikê ya Rûsiyê, Îdrîs Refet, fermandê hêzên ewlehiyê yên Herêma Kurdistana Iraqê got: Polîsê Iraqê hîn kontrola tam a vê navçê negirtiye destê xwe.
Îdrîs Refet got: Terorîstên DAIŞ`ê ku li bilindahiyên Kerkûkê de ne ji nebûna hêzên ewlehiyê yên Iraqê îstifadê dikin û kiryarên xirabkaarne dikin. Li gorî raporan piştî teqîna vê boriyê, navça xisardîtî agir girtiye.
Li gor nûçeyeke din ji Iraqê, çavkaniyên iraqî li bara berfirehbûna nearamiyan li parêzgeha El-Musenayê hevsînorê Rebistanê û kombûna neraziyan li ber nivîsgeha tevgera hikmeya neteweyî agahî dan.
Tê gotin ku xwenîşanderên îro yekşemiyê li bajarê El-Semawê li parêzgeha El-Musena li başûrê Iraqê bi hêzên parêzvanê ji nivîsgeha tevgera hikmeya neteweyî bi serokatiya seyd Emar Hekîm li vê parêzgehê ketin pevçûnê.
Hêzên dabînkirê ewlehiya meqera tevgera hikmeya neteweyî ya Iraqê hejmarek ji xwenîşanderan ku ber bi meqera tevgera hikmeya neteweyî ya Iraqê kevir diavêtin, desteser kirin.