Teqîna boriya niftê li Kerkûka Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i295745-teqîna_boriya_niftê_li_kerkûka_iraqê
Terorîstên DAIŞ`ê ku piştî işkesta ji hêzên iraqî revîbûn û li hin navçên vî welatî xwe veşartibûn, boriyke niftê li parêzgeha Kerkûkê teqandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 09, 2018 15:07 Asia/Tehran
  •  Teqîna boriya niftê li Kerkûka Iraqê

Terorîstên DAIŞ`ê ku piştî işkesta ji hêzên iraqî revîbûn û li hin navçên vî welatî xwe veşartibûn, boriyke niftê li parêzgeha Kerkûkê teqandin.

 Li gorî rapora roja yekşemiyê ya Sputnikê ya Rûsiyê, Îdrîs Refet, fermandê hêzên ewlehiyê yên Herêma Kurdistana  Iraqê got: Polîsê Iraqê hîn kontrola tam a vê navçê negirtiye destê xwe.

 Îdrîs Refet got: Terorîstên DAIŞ`ê ku li bilindahiyên  Kerkûkê de ne  ji nebûna  hêzên ewlehiyê yên Iraqê  îstifadê dikin û kiryarên xirabkaarne  dikin. Li gorî raporan piştî teqîna  vê boriyê, navça  xisardîtî agir girtiye.

  Li gor nûçeyeke din ji Iraqê, çavkaniyên  iraqî li bara berfirehbûna  nearamiyan li parêzgeha  El-Musenayê hevsînorê Rebistanê û kombûna  neraziyan li ber nivîsgeha  tevgera hikmeya neteweyî  agahî dan.

 Tê gotin ku xwenîşanderên  îro yekşemiyê li bajarê El-Semawê li parêzgeha  El-Musena li başûrê Iraqê bi hêzên   parêzvanê ji nivîsgeha  tevgera hikmeya  neteweyî bi serokatiya seyd Emar Hekîm li vê parêzgehê ketin pevçûnê.

 Hêzên  dabînkirê  ewlehiya meqera tevgera  hikmeya neteweyî ya Iraqê hejmarek ji xwenîşanderan ku  ber bi meqera tevgera hikmeya neteweyî ya Iraqê kevir diavêtin, desteser kirin.