Serokê demkî yê parlemana Iraqê bû armanca êrişekê
Serokê li gorî temenê yê parlemana Iraqê îro ragihand ku ketîye ber êrişa çend kesan.
Li gorî rapora kanala Someryê, Mihemed Zêynî endamê herî biemir û serokê demkî yê parlimana Iraqê ragihand ku ew ketîye ber êrişa çend kesan û hêzên ewlehîyê ew zvirandine Hotel Al Reşîdê û niha ji hêla wan kesan ve li hotelê hatîye dorpêçkirinê.
Zêynî li rûpela xwe ya Facebook`ê ji gelê Iraqê re nivîsî: Hin kes basa miaşê serhejîner ê parlimanteran dikin ku ez jî di nav wan de me, gotinên bi vî rengî tenê axavtinên pûç û mezinkirina meselê ne.
Wî herwiha got: Min heta vê gavê heta dînarek jî ji hîç kesekî wernegirtîye, ne ji parlimanê û ne jî ji nivîsgeha sêkrêtêrê wê û hemî xercên min ji hesabê min ê şexsî ne.
Serokê demkî yê parlimana Iraqê herwiha got: Piştî êrişa çend kesên nenas ez niha digel zêrevanên xwe li Hotel Al Reşîdê hatine dorpêçkirinê. Kirêya odeyên wira gellekî biha ye, ez nikarim li cihên bi vî engî bimînim.