Tevgera Hikmeya neteweyî ya Iraqê derheq bikaranîna berpirsên pispor li vî welatî
Piştî zêdebûna nearamiyan li hin navçên başûrî yên Iraqê, tevgera Hikmeya Neteweyî ya Iraqê daxawza îstifaya berpirsên nepispor û pêkanîna rewşê jibo xebata kesên hêja û bi hêz kir.
Li gorî rapora IRNA`yê, tevgera Hikmeya Neteweyî ya Iraqê bi serokatiya seyd Emar Hekîm roja yekşemê li daxûyaniyekê bal kişand ser bûyerên navçên başûrî yên Iraqê û got: Hemî xwestek û nerazîbûnên qanûnî yên gelê Besrayê li başûrê Iraqê dê werin piştrsatkirin.
Herwiha li vê daxûyaniyê ji tevgerên gelanî hatiye xwestin ku ji saziyên giştî li Besrayê û herwiha mal û milkên taybet biparêzin û pêşiya xwînrêjandinê bigrin.
Besra li heftiyên derbasbûyî şahedê xwenîşandana gel bona protestokirina bêkarî, kêmbûna asta xizmetên giştî û tenahiyê, kêmasiya av û cereyanê û gendeliya li saziyên dewletî bûye.
Wezareta tendrustiyê ya Iraqê ragahand: Hejmara goriyên nearamiyên Besrayê li rojên buhurî gihêştiye 15 kesî û 190 kes jî birîndar bûne.