Du hevpeymaniyên Feth û Sairûnê xwestin ku dewleta Iraqê istîfa bike
Hevpeymaniyên Sairûn û Fethê roja Şemiyê daxwaza xwe ji bo destjikarkişandina dewleta Iraqê li pey bûyerên vê dawiyê li Besreyê hilêxistin.
Li gorî rapora roja şemiyê ya ISNAyê ji zarê Sumiriye Newsê, Hevpeymaniya Sairûnê bi serokatiya Muqteda Sedr ragiahnd: Bersivên dewletê li civîna îro ya Parlimanê derbarê rûdanên Besreyê qanihker nebûn û em dixwazin ku dewlet dest ji kar bikişîne.
Fraksiyona parlimanî ya Sairûnê her wiha ragihand: Hewildanên ji bo damezirandina dewleteka bihêz ji bo dabînkirina xwestekên gel didomin.
Hevpeymaniya Fethê bi serokatiya Hadî Amirî jî daxwaza îstîfaya serokwezûr û endamên dewleta wî kir.
Heyder Ebadiyê serokwezîrê Iraqê roja Şemiyê li civîna awarte ya parlimana Irqê ku bi mebesta hilkolandin arewşa Besreyê hat lidarxistin amade bû û qala pejirandina mustesnakirin û berxwenegirtina Besreyê li warê hin xaklên têkildarî cihanîna bûdceyê û biryarên dewletê kir.
Di hefteyên dawî da gelê Besreyê bi nîşana nerazîtiya li hemberî bêşolî, kêmbûna asta xizmetgihaniyên giştî û rihetiyê, kêmbûna av û elektrîkê û gendeliya lui saziyên dewletê derketine nav kolanan.
Ji aliyê din va, Mihemed Elî Zeynî, Serokê sune yê Parlimana Iraqê ragihand: Civîna Parlimanê dê nîveka meha Îlonê were lidarxistin. Yekem civîna fermî ya Parlimana Iraqê roja Duşemiyê, 3ê Îlona 20418an hat lidarxistin.
Gelê Besreyê ku du mehan beriya niha destpêkerê xwenîşandana gelanî yên parêzgehên başûrî û navendî yên Iraqê bi nîşana nerazîtiya li hemberî rewşa bêserûber a xizmetgihanî, kêmbûna elektrîkê, şûrbûnaa avê û kêmbûna wê, gendelî û bêşiyaniya dewletê ji bo dabînkiirna hewcetiypên seretayî bûn, eva çend roj in ku careka din û vê carê bi nîşana itiraza li hemebrî şûrbûn û gemarbûna ava bajêr ku di encamê da heta niha bi sedan kes nexweş bûne, derketine nav kolanan.
Li xwenîşandana Bexreyê di rojên dawî da bi awayekî gumanbar alozî û tundî derketiye.