Serokomarê Iraqê daxwaza darizandina sebebkarên êrîşa ser konsolgeriya Îranê li Besreyê kir
Fuad Mesûm, Serokomarê Irqê Şemiyê bi şev bi daxûyaniyekê êrîşa li ser konsolxaneya Komara Îslamî ya Îranê li Besreyê şermezar kir û daxwaza lêkolîna lezgîn, naskirina ssbebkarên êrîşê û rûbirûbûna qanûnî bi wan ra kir.
Li gorî rapora IRIB Newsê, Fuad Mesûm, Serokomarê Iraqê her wiha li vê daxûyaniyê li ser parastina pêwendiyên dostane di navbera Komara Îslamî ya Îranê û Irqê pêgirî kir û daxwaza berfirehbûna pêwendiyên du gelan û du dewletan kir.
Îniyê bi şev komekê bi navê nerazîtiya li hemberî bêserûberiyên xizmetgihaniyê, êrîşî ser komsolgeriya Komara Îslamî ya Îranê li Besreyê kirin. Li vê destdirêjiyê, agir berdane avahiya konsolgeriya Îranê.
Li pey agirberdana bi avahiya konsolgriya Komara Îslamî ya Îranê li Besreyê ji aliyê hin kesên tehrîkbûyî, balyozê Iraqê li Têhranê Îniyê bi şev bo wezareta krên derve ya Îranê hat xwestin û nerazîtiya tund a Îranê bo dewleta Iraqê ji ber sistiya hêzên ewlehiyê li parastina vê avahiyê bo wî hat raberkirin.
Wezareta karên derve ya Iraqê jî bi daxûyaniyekê tevî şermezarkirina vê kiryara hovane, ji dewleta navendî û rayedarên herêmî xwest ku parastina cihên dîplomatîk xurt bikin.
Li vî halî, Birêvebirên xwenîşandana Bexreyê bi daxûyaniyekê neçêbikaranîna daxwazên gel ji aliyê ajawegêran va şermezar kirin û destnîşan kirin: Têkilliay ajawegêran bi partiya hilweşiyayî ya Beisê û koma têrorîst a DAIŞê heye.
Gelê Besreyê ku du mehan beriya niha destpêkerê xwenîşandana gelanî yên parêzgehên başûrî û navendî yên Iraqê bi nîşana nerazîtiya li hemberî rewşa bêserûber a xizmetgihanî, kêmbûna elektrîkê, şûrbûnaa avê û kêmbûna wê, gendelî û bêşiyaniya dewletê ji bo dabînkiirna hewcetiypên seretayî bûn, eva çend roj in ku careka din û vê carê bi nîşana itiraza li hemebrî şûrbûn û gemarbûna ava bajêr ku di encamê da heta niha bi sedan kes nexweş bûne, derketine nav kolanan.
Li xwenîşandana Bexreyê di rojên dawî da bi awayekî gumanbar alozî û tundî derketiye.