Hevalbendîyên Al Fath û Saêrûnê: Bila dewleta Iraqê desta ji kar bikêşe
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i295709-hevalbendîyên_al_fath_û_saêrûnê_bila_dewleta_iraqê_desta_ji_kar_bikêşe
Hevalbendîyên Saêrûn û Al Fathê îro daxwaz kirin ku dewleta Iraqê bi dû bûyerên vê dawîyê yên li Besrê desta ji kar bikêşe.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 08, 2018 16:51 Asia/Tehran
  • Hevalbendîyên Al Fath û Saêrûnê: Bila dewleta Iraqê desta ji kar bikêşe

Hevalbendîyên Saêrûn û Al Fathê îro daxwaz kirin ku dewleta Iraqê bi dû bûyerên vê dawîyê yên li Besrê desta ji kar bikêşe.

Li gorî rapora Somerye News`ê, Hevpeymaniya Saêrûn a bi serokatiya Muqteda Sedr, ji Heyder Ebadî û kabîneya wî xwest ku dest ji kar bikşînin û ji gelê Iraqê daxwaza lêborînê bikin. Xwesteka Muqteda Sedr di demekê de ye ku Ebadî û Sedr ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê, hevpeymanên hev in.

Serokê Hevpeymaniya Saêrûn a li Parlementoya Iraqê Hesen Aqûlî ragihand: “Hevpeymaniya Saêrûn ji Heyder Ebadî û kabîneya wî daxwaz dike ku dest ji kar bikşînin û daxwaza lêborînê ji gelê Iraqê bikin.”

Hesen Aqûlî amaje bi wê yekê jî kir ku di rûniştina îro ya parlementoyê de bi amadebûna 172 parlementeran, ku serokwezîr, wezîrên hikûmetê û Parêzgarê Besrayê hatibûn vexwendin, xwepêşandan û daxwazên xelkê Besrayê hatin hilkolandin, "lê bersiva wezîran cihê baweriyê nebû".

Aqûlî herwiha ragihand ku Hevpeymaniya Saêrûnê hewla pêkanîna hikûmeteke bihêz dide.