Fermana Ebadî ji bo girtina pêşîya ajawegêran li Besrê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i295707-fermana_ebadî_ji_bo_girtina_pêşîya_ajawegêran_li_besrê
Bi dû sûdwergirtina narewa ya ajawegêran ji rewşê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê ji hêzên ewlehîyê xwest ku bi awayekî tund li hemberî êrişên ajawegêran ku hevgavê xwenîşandana gel li Besrê derdikevin meydanê, bisekinin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 08, 2018 15:00 Asia/Tehran
  • Fermana Ebadî ji bo girtina pêşîya ajawegêran li Besrê

Bi dû sûdwergirtina narewa ya ajawegêran ji rewşê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê ji hêzên ewlehîyê xwest ku bi awayekî tund li hemberî êrişên ajawegêran ku hevgavê xwenîşandana gel li Besrê derdikevin meydanê, bisekinin.

Li gorî rapora kanala Al Alamê, fermandetîya opêrasyona hevpar bi serokatîya Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê civîya û bi dû vê civînê li daxûyanîyekê pêgirî kir: Rayedarên iraqî divê ji bo parastina navendên dewletê û yên sivîl bi awayekî teqil li hemberî ajawegêran bisekinin.

Li vê daxûyanîyê ji xelkê besrê hatîye xwestin ku xwe ji kombûn û hevrêbûna digel alîyên curbicur dûr ragirin û pêbendê biryarên ewlehîyê bin.

Serokwezîrê Iraqê herwiha ferman da lêkolîn derbarê berpirsên dabînkirina ewlehîya konsulxana Îranê li Besrê de bê destpêkirinê.

Duh bi dû dijwarbûna nerazîbûnan li Besrê, çend meqer û binkeyên partîyên sîyasî ketin ber êrişa komeke ajawegêr ku di encamê de herî kêm 2 kesc hatin kuştinê û 45 kes jî birîndar bûn.

Parêzgeha Besrê di hefteyên vê dawîyê de bûye meydana xwenîşandana gelê nerazî li hemberî bêkarî, guncavnebûna xizmetên giştî, kêmasîya av  ûceryanê û gendelîya li sazîyên dewletê.

Di encama xwenîşandanên hefteya buhurî li bajarên parêzgeha Besrê de heta niha zêde ji 10 kesî hatine kuştinê û nêzîkî 150 kes jî birîndar bûne.