53 kuştî û birîndar encama alozîyên li Besrê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i295700-53_kuştî_û_birîndar_encama_alozîyên_li_besrê
Berdevkê Wezareta Tenduristîya Iraqê ragihand ku 53 kes di encama nearamîyên duh li parêzgeha Besrê hatin kuştinê û birîndar bûn ku piranîya wan xwenîşanderên nerazî bûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 08, 2018 13:30 Asia/Tehran
  • 53 kuştî û birîndar encama alozîyên li Besrê

Berdevkê Wezareta Tenduristîya Iraqê ragihand ku 53 kes di encama nearamîyên duh li parêzgeha Besrê hatin kuştinê û birîndar bûn ku piranîya wan xwenîşanderên nerazî bûn.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Kurdpress`ê, Seyd Bedir berdevkê Wezareta Tenduristîya Iraqê îro bi daxûyanîyekê ragihand ku di encama xwenîşandan û nearamîyên duh li parêzgeha Besrê de 3 kes hatin kuştinê û 50 kes jî birîndar bûn.

Li gorî gotina Bedir, ji 50 birîndarên xwenîşandana duh li Besrê 48 kes sivîl û 2 kes jî hêzên polîs in, 26 kes ketine ber gulleyê û kesek jî fetisîye.

Di encama xwenîşandanên hefteya buhurî li bajarên parêzgeha Besrê de heta niha zêde ji 10 kesî hatine kuştinê û nêzîkî 150 kes jî birîndar bûne.

Di vî halî da, serokê Hevalbendîya Dewleta Qanûnê ya Iraqê wekî berteka li hemberî bûyerên vê dawîyê li Besrê, liv û tevgera dezgehên ewlehîyê di vî warî de sist û lawaz zanî.

Nûrî Malikî got: Pêngavrakirina dezgehên ewlehîyê derbarê xwenîşandanên li Besrê de sist û lawaz bû û vê yekê azadîya tamda komên xirabkir û hêzên ewlehîyê piştî wan bûyerana fikra paqijkirinê kirin.