Dewleta Iraqê li Besra û Bexdayê rewşa awarte raghand
Piştî nerazîbûnên li Besrayê, dewleta Iraqê ragahnd ku li Besra û Bexadyê rewşa awrete raghandiye.
Li gorî rapora Mêhr News`ê û ji zarê El-Neşre piştî giranbûna nerazîbûnên li Besreyê, dewleta Iraqê li Bexda û Besrayê rewşa awarte raghand.
Duh komek ji neraziyên iraqî êriş kirin ser avahiya konsûlgeriya Îranê li Besrayê. Li gorî gotinên şehedên eynî neraziyan piştî vekişyana hêzên ewlhiyê ku berpirsê parastina ewlehiya avahiyê bûne, derbasî avahiya konsûlgeriyê bûne û tevî kavilkirina mal û milkên wê, agir berdane vê avahiyê.
Xêncî wê Reuters`ê raghandiye ku komek ji neraziyan derbasî avahiya Teşkîlata niftê li Besrê bûne û kedkarên wê hêsîr girtine.
Eva li halekê ye ku Wezareta Tendrutiya Iraqê raghand ku li encama nerazîbûnên duh 2 kes hatine kuştin û 45 kes jî birîndar bûne.