Hekîm: ``Boykotên Amerîka dijî Îranê dê dûhatên nerênî hebin``
Serokê Bereya Hikmeya Netewî ya Iraqê ragihand ku ``boykotên Amerîkayê dijî Îranê dê dûhatên nerênî hebin``.
Li gor rapora ajansa nûçan a ISNA`yê, Seyîd Emar Hekîm serokê Bereya Hikmeya Netewî ya Iraqê li hevdîtina xwe ya tev Fatêh Yildiz baylozê Tirkiyê li Iraqê bal kişande ser pêwîstiya zûtir damezirîna dewleta Iraqê û destnîşan kir: ``Eger bê û dewleta pirraniya Netewî li Iraqê pêk were pirsgirêkên xelkê jî zûtirkê dê çareer bin û xizmetgihandina bo gelê Iraqê jî hêsantir dibe û ev dewleta dikare gendeliyê ji nav bibe û kar û şixul ji bo xelkê çê bike û Iraqê dê ber bi geşatiyê bibe.
Hekîm herwisa bal kişande ser vê yekê ku Bexda li gorî qazancên xwe yên netewî dixwaze peywendiyên xwe tev welatên cîhanê berfireh bike carek din mentiqa Amerîkayê ya zextûzora ser gelan mehkûm kir.
Serokê Bereya Hikmeya Netewî ya Iraqê destnîşan kir : ``Siyaseta Amerîkayê ya boykotkirina welatên cîhanê dûhatên nebaş li ser aşitî û ewlehiya navnetewî heye``.
Serokê Bereya Hikmeya Netewî ya Iraqê pêştir jî ragihandibû ku iraqî û îranî ji hêla erdnigarî û çandê va bi hev ra girêdayî ne û gotibû ku Bexda boykotên aborîyê yên zalimane li hemberî gelan ret dikin û rê nadin ku berjewendîyên Iraqê bikevin ber xeterê.
Bilî vîya, kom û bereyên sîyasî yên iraqî jî li daxûyanîyên cida tevî nîşandayîna nerazîbûna xwe li hemberî kiryarên Amerîkayê yên li dijî Îranê, pêgirî li ser piştgirîya gelê Iraqê ji gelê Îranê kirin.