16 kuştî û birîndar li xwenîşandanên Besrê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i295639-16_kuştî_û_birîndar_li_xwenîşandanên_besrê
Ji ber dewama xwenîşandanên xelkê Besreya Iraqê 2 kesên din jî dîsa hatine kuştin û 14 kes jî birîndar bûn.
(last modified 2024-10-07T14:32:38+00:00 )
Îlon 07, 2018 04:39 Asia/Tehran
  • 16 kuştî û birîndar li xwenîşandanên Besrê

Ji ber dewama xwenîşandanên xelkê Besreya Iraqê 2 kesên din jî dîsa hatine kuştin û 14 kes jî birîndar bûn.

Li gor rapora rojnama Cewanê, Ji ber dewama xwenîşandanên xelkê Besreya şeva bihurî an ku pêncşemê şev 2 kesên din jî dîsa hatine kuştin û 14 kes jî birîndar bûn.

Her çend xwenîşandana xelkê Besrê ji destpêka duh pêncşemê va hate domandin lê li kutahiya şeva bihurî di navbera xelkê nerazî û hêzên ewlehiya Iraqê şer û pevçûn çê bû ku di encamê da du kesên din jî hatine kuştin.

Nerazîtiyên nû li Besreyê li başûrê Iraqê li halekî didomin ku pêştir 9 kes hatibûne kuştin û 104 kes jî birîndarbibûn.

Agirberdana bi çend avahiyên dewletî û girêdana demkî ya çend riyên sereke û ne -sereke ji riya cadeya Besre-El Emareyê (parêzgeha Mîsanê) ji bûyerên qewimî li Besreyê di rojên dawî bûne.

Li vî halî, Muqteda Sedr, Serokê tevgera Sedr a Iraqê bi axaftinekê ku bi awayê zindî ji kanalên nûçeyan ên Iraqê hat weşandin, daxwaza damezirandina lezgîn a civîna parlimana Iraqê bi amadebûna Heyder Ebadiyê serokwezîr û wezîrên pişkên têkildar ji bo peydakirina rêkareka lezgîn û bingehîn kir.

Gelê besreyê ku du mehan beriya niha xwenîşandana gelanî yên parêzgehên başûr û navendî yên Iraqê li hemberî rewşa aloz a xizmetgihanî, kêmbûna elektrîkê, şûrbûna avê û kêmbûna wê, gendelî û bêşiyaniya dewletê ji bo dabînkirina hewcetiyên seretayî bû, eva çend roj in ku careka din û vê carê bi nîşana itiraza li hemberî şûrî û gemarbûna ava bajêr ku heta niha bi sedan kes nexweş kiriye, derketine kolanan.