Ebadî daxwaza lidarxistina civîna lezgîn a parlimana Iraqê kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i295637-ebadî_daxwaza_lidarxistina_civîna_lezgîn_a_parlimana_iraqê_kir
Li pey zêdebûna nerazîtiyên Besreyê, Serokwezîrê Iraqê qala amadetiya xwe ji bo lidarxistina herî zûtir a civîna parlimana vî welatî kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 06, 2018 15:30 Asia/Tehran
  • Ebadî daxwaza lidarxistina civîna lezgîn a parlimana Iraqê kir

Li pey zêdebûna nerazîtiyên Besreyê, Serokwezîrê Iraqê qala amadetiya xwe ji bo lidarxistina herî zûtir a civîna parlimana vî welatî kir.

Li gorî rapora Mehr Newsê, Heyder Ebadiyê serokwezîrê Irqê îro anku Pêncşemiyê piştî çend saetan ji Pêşniyara Muqteda Sedr, serokê Tevgera Sedr a Iraqê û rêberê Hevpeymaniya hilbijartinê ya Sairûnê, daxwaza lidarxistina lezgîn a civîna parlimana vî welatî kir.

Ofîsa serokwezîrtiya Iraqê bi daxûyaniyekê ragihand: ``Ebadî hazir e hevrê digel rayedar û berpirsên têkildarî Besreyê li başûrê Iraqê, li civîna parlimanê beşdar be``.

Li vê daxûyaniyê hatiye, Serokwezîrê Iraqê li ser girîngiya lezandina damezirandina civînên parlimanê û betalnekirina van civînan û sozdariya derheq demahoya parlimanê li gorî Qanûna Bingehîn a vî welatî ji bo serêxwegirtina memûriyetên pêspartî pêgiriyê dike.

Agirberdana bi çend avahiyên dewletî û girêdana demkî ya çend riyên sereke û ne -sereke ji riya cadeya Besre-El Emareyê (parêzgeha Mîsanê) ji bûyerên qewimî li Besreyê di rojên dawî bûne.

Gelê besreyê ku du mehan beriya niha xwenîşandana gelanî yên parêzgehên başûr û navendî yên Iraqê li hemberî rewşa aloz a xizmetgihanî, kêmbûna elektrîkê, şûrbûna avê û kêmbûna wê, gendelî û bêşiyaniya dewletê ji bo dabînkirina hewcetiyên seretayî bû, eva çend roj in ku careka din û vê carê bi nîşana itiraza li hemberî şûrî û gemarbûna ava bajêr ku heta niha bi sedan kes nexweş kiriye, derketine kolanan.