Dewama nerazîtiyan li Besreyê; 9 kuştî û 104 birîndar
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i295635-dewama_nerazîtiyan_li_besreyê_9_kuştî_û_104_birîndar
Nerazîtiyên nû li Besreyê li başûrê Iraqê li halekî derbasî sêyem roja xwe dibe ku heta niha 9 kes hatine kuştin û 104 kes jî birîndar bûne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 06, 2018 15:29 Asia/Tehran
  • Dewama nerazîtiyan li Besreyê; 9 kuştî û 104 birîndar

Nerazîtiyên nû li Besreyê li başûrê Iraqê li halekî derbasî sêyem roja xwe dibe ku heta niha 9 kes hatine kuştin û 104 kes jî birîndar bûne.

Li gorî rapora IRNA`yê, Komîsiyona Mafên Mirovan a Iraqê îro anku Pêncşemiyê bi daxûyaniyekê derbarê zêdebûna tundiyê li nerazîtiyên gelanî yên parêzgeha Besreyê, dilgiraniya xwe diyar kir.

Mehdî El Temîmî, Serokê Komîteya mafên Mirovan a parêzgeha Besreyê jî got: ``Dewlet divê rêkara ciddî ji bo çareserkirina pirsgirêkên Besreyê bigire ber xwe û li dijî kujer û kesên ziyanê digihînin nerazîtiyan raweste``.

Agirberdana bi çend avahiyên dewletî û girêdana demkî ya çend riyên sereke û ne -sereke ji riya cadeya Besre-El Emareyê (parêzgeha Mîsanê) ji bûyerên qewimî li Besreyê di rojên dawî bûne.

Li vî halî, Muqteda Sedr, Serokê tevgera Sedr a Iraqê bi axaftinekê ku bi awayê zindî ji kanalên nûçeyan ên Iraqê hat weşandin, daxwaza damezirandina lezgîn a civîna parlimana Iraqê bi amadebûna Heyder Ebadiyê serokwezîr û wezîrên pişkên têkildar ji bo peydakirina rêkareka lezgîn û bingehîn kir.

Gelê besreyê ku du mehan beriya niha xwenîşandana gelanî yên parêzgehên başûr û navendî yên Iraqê li hemberî rewşa aloz a xizmetgihanî, kêmbûna elektrîkê, şûrbûna avê û kêmbûna wê, gendelî û bêşiyaniya dewletê ji bo dabînkirina hewcetiyên seretayî bû, eva çend roj in ku careka din û vê carê bi nîşana itiraza li hemberî şûrî û gemarbûna ava bajêr ku heta niha bi sedan kes nexweş kiriye, derketine kolanan.