Dijwarbûna nearamîyên li Besrê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i295601-dijwarbûna_nearamîyên_li_besrê
Xwenîşandana niştecihên parêzgeha Besrê ya Iraqê bi nîşana nerazîbûna li hemberî rewşa xirab a xizmetguzarîyê ji duh ve dijwar bû û nerazîyan wek berteka li hemberî kuştin û birîndarnkirina hejmareke xwenîşanderan, agir berdan avahîya parêzgarîyê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 05, 2018 16:56 Asia/Tehran
  • Dijwarbûna nearamîyên li Besrê

Xwenîşandana niştecihên parêzgeha Besrê ya Iraqê bi nîşana nerazîbûna li hemberî rewşa xirab a xizmetguzarîyê ji duh ve dijwar bû û nerazîyan wek berteka li hemberî kuştin û birîndarnkirina hejmareke xwenîşanderan, agir berdan avahîya parêzgarîyê.

Li gorî rapora ajansa nûçana Farsê, eva çend roj in ku nerazî xwenîşandan û nerazîbûnên xwe li hemberî şêwaza xirab a xizmetguzarîyan li parêzgeha Besrê û gemarbûna ava vê parêzgehê didomînin. Nerazîbûna li hemberî rewşa xirab a xizmetguzarîyan di warên av, ceryan, bêkarî û gendelîyê de eva çend meh e ku li parêzgeha Besrê destpê bûye û didome lê vê dawîyê kêmbûna ava vexwarinê û nexweşketina nişecihên vê parêzgehê bûn sebeb ku nerazîbûn gurr bibin. Bi dû gurrbûna nerazîbûnan û agiberdana li avahîya parêzgarîya Besrê, niha li seranserê vî şarî hikûmeta leşkerî hatîye ragihandin.