Hevkarîya Îran û Iraqê di warê lidarxistina merasima Çillê Imam Hisên (S) de
Evdilriza Rehmanî-Fezlî wezîrê karên hundur ê Komara Islamî ya Îranê û Qasim El Eirecî wezîrê karên hundur ê Iraqê îro li Bexdayê liyêkgiheştinama hevkarîya di warê lidarxistina merasima Çillê Imam Hisên (S) de wajo kirin.
Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Îrec Mescêdî sefîrê Îranê li Bexdayê, Hisên Zulfiqarî alîkarî ewlehî yê wezareta karên hundur û serdar Qasim Rizayî fermandeyê sînorvanîya Hêza Intizamî ya Îranê jî li merasima wajokirina vê liyêkgiheştinamê amade bûn.
Evdilriza Rehmanî-Fezlî vê sibê giheşte Iraqê û li balafirgeha Bexdayê ji alîyê Qasim El Eirecî hevtûşê xwe yê iraqî va hat pêşwazîkirin.
Salê nêzî 4 milyon ziyaretkirên îranî diçin seredana warên pîroz li Iraqê ku pirranîya wan pişkdarîya merasima Çillê Imam Hisên (S) dikin.
Ji Iraqê jî her sal nêzî 2 milyon kes ji bo zîyaret, geşt û dermankirinê tên Îranê.