Civîna Parlimana Iraqê ma bo 17`ê Îlonê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i295542-civîna_parlimana_iraqê_ma_bo_17_ê_Îlonê
Televîzyona fermî ya Iraqê ragihand ku dewama civîna yekem a parliamana Iraqê kete 17`ê Îlonê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 04, 2018 11:47 Asia/Tehran
  • Civîna Parlimana Iraqê ma bo 17`ê Îlonê

Televîzyona fermî ya Iraqê ragihand ku dewama civîna yekem a parliamana Iraqê kete 17`ê Îlonê.

Li gorî rapora ISNA`yê, televîzyona fermî ya Iraqê ragihand ku  serokên fraksiyonan û serokê sunî yê parlimana nû qebûl kirine ku yekemîn civîna Parlimanê bikeve 17`ê Îlonê.

Li gorî rapora qanûna bingehîn a Iraqê, divê li yekemîn civîna parlimanê, serok û cîgirên serokê Parlimanê werin bijartin ku li civîna duh ev yeka serê xwe negirt û îro jî muzakireyên ji bo şopandina wê negihîştin encamê û dawiya civînê nehate ragihandin û eva yanê her dema ku komên siyasî li hev kirin, dewama civînê were lidarxistin.