Heyder Ebad bi xwe serokatiya Heşda Şebî girt istûyê xwe
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i295536-heyder_ebad_bi_xwe_serokatiya_heşda_Şebî_girt_istûyê_xwe
Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê û fermandê giştî yê Hêzên Çekdar ên vî welatî, xwe wekî serokê taxima Heşda Şebî da nasandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 04, 2018 09:14 Asia/Tehran
  •  Heyder Ebad bi xwe serokatiya Heşda Şebî girt istûyê xwe

Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê û fermandê giştî yê Hêzên Çekdar ên vî welatî, xwe wekî serokê taxima Heşda Şebî da nasandin.

 Li gorî rapora roja duşemiyê ya Mêhr News`ê û ji zarê Someriye News`ê nivîsgeha Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê bi daxûayniyekê tevî raghandina vê nûçeyê got: Fermangê giştî yê hêzên çekdar û serokê taxima  Heşda Şebî, Heyder Ebadî seredana  taxima Heşda Şebî bona  agehdariya li bara rewşa wê  kir.

 Eva li halekê ye ku  Heyder Ebadî pêncşemiya buhurî Falih Feyaz ji posta şêwirmendiya  ewlehiya neteweyî û serokatiay Heşda şebî û dezgeha  ewlehiya  neteweyî wêde bir.

 Taxima  Heşda Şebî li sala 2014`an  û li gor  fetwaya  Ayetullah  Sîstanî, merceyê bilindqedr  ê şîeyên Iraqê bona rawestana li ber êrişa komên terorîstî yên DAIŞê hat damezrandin û wek rêxistineke  fermî ji aliyê dewleta Iraqê hat kivşkirin.

 Feyaz jî li hemen salê bi damezrandina  taxima Heşda Şebî wek serokê vê hêza gelanî hat bijartin.