Emerîkayê zextên xwe ser komên parlemanî yên Iraqê zêde kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i295534-emerîkayê_zextên_xwe_ser_komên_parlemanî_yên_iraqê_zêde_kirin
Berdevkê hevalbendiya hilbiajrtinê ya Fathê li Iraqê li bara zextên Emerîkayê ser hin koman li parlemana vî welatî bo bandora ser piraniya parlemanî agahî da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 04, 2018 09:11 Asia/Tehran
  •  Emerîkayê zextên xwe ser komên parlemanî yên Iraqê zêde kirin

Berdevkê hevalbendiya hilbiajrtinê ya Fathê li Iraqê li bara zextên Emerîkayê ser hin koman li parlemana vî welatî bo bandora ser piraniya parlemanî agahî da.

 Ehmed El-Esedî berdevkê hevalbendiya Fathê li gotûbêja bi televîzyona  Meyadînê bal kişand ser zêdebûna  zextên rasterast ên Emerîkayê ser hin nûneran bi taybet nûnerên ehlê sunne yê parlemana Iraqê û got: Emerîka bona ku van nûneran ber bi lîsteya din yanî lîsteya ku navê wê danîne  sererastkirin û avedankirin, hewl didin.

  Berdevkê hevalbendiya  Fathê diyar kir: Li çarçova dijberiya  stratejîk û berbiçav a  Iraqê bi Emerîkayê re, serokê dewleta tê û piraniya parlemanî ya Iraqê ku serokwezîr kivş dike divê bijardeyên xwe yên  stratejîk bi şikleke zelal kivş bikin û hevaltiya bi welatên cîhanê û navçê û her wiha avedankirina  welêt bikin karê xwe yê sereke.

Yekim civîna parlemana nû ya Iraqê roja duşemê bi axiftina Fuad Mesûm serokomar, Heyder Ebadî serokwezîr û Selîm Cebûrî serokê parlemanê û her wiha sondxwazrina nûnerên nû destpê bû, lê ji ber pirsgirêkên  navbera komên curbicur, Muhemed Elî Zeynî serokê temendar ê parlemanê raghand: Ev civîna jibo ragahndina  fraksiyona  piraniyê û pêkanîna  amadekariyên  damezrandina  dewleta nû roja sêşemiyê destpê dibe.