Nûnerên parlemana nû ya Iraqê sond xwarin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i295529-nûnerên_parlemana_nû_ya_iraqê_sond_xwarin
Nûnerên dewra nû ya pelemana Iraqê xêncî serokwezîr û wezîrên niha yên vî welatî, sond xwarin û xebata xwe bo dewreyeke çar salî bi fermî destpê kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 04, 2018 06:51 Asia/Tehran
  •  Nûnerên parlemana nû ya Iraqê sond xwarin

Nûnerên dewra nû ya pelemana Iraqê xêncî serokwezîr û wezîrên niha yên vî welatî, sond xwarin û xebata xwe bo dewreyeke çar salî bi fermî destpê kirin.

 Li gorî rapora Kurdpress`ê û ji zarê Mewazîn Newsê, piraniya nûnerên  çaremîn dewra parlemana Iraqê piştî nîvroya roja duşemiyê li yekim civîna  parlemana nû li hember endamên dadgeha bilind a federala  vî welatî bi fermî sond  xwarin.

Muhemed Elî Zêynî 79 salî ji hevalebdniya  sivîl a demokratîk wek serokê temendar ê parlemana  nû ya Iraqê di  destpêka yekim civîna wê ragahnd ku ji sercem 329 nûnerên parlemanê, 297 nûner an beşadrî kirine û vêca civîn fermî dibe.

 Eva li halekê ye ku  Heyder Ebadî serokwezîrê niha yê Iraqê û nûnerê parlemana  nû ya vî welatî tev wezîrên kabîna xwe ku çûne Parlemanê beriya sondxwarinê terka parlemanê dan ku bikaribin xebata li postên  xwe yên niha bidomînin.