Vekirina parlemana Iraqê û sekinîna rayedarên vî welatî ser damezrandina dewleteke bihêz
Serokkomar, serokwezîr û serokê parlemana berê ya Iraqê îro duşemiyê li civîna damezaindina parlemana nû ya vî welatî, ser pêwîstiya avakirina dewleteke bi hêz, ximzetkar û nerim û hevseng sekinîn.
Li gorî rapora IRNA`yê, Fuad Mesûm li axiftinekê hêvî kir: Parlemana nû bila dewleteke bi hêz hilbijêre da ku aramî û aşitî û aramiyê li Iraqê pêk bîne û dewleta pêşerojê bikaribe derfetên kar û şuxil û derhata malbatan zêde bike.
Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê jî got: Dewleta pêşerojê divê bo avedankirin, xizmet û pêkanîna derfetên kar û şuxil û reforma aborî hewl bide. wî parastina destkewtên ewlehiyê û hewldana ji bo parastina aramiyê li welêt ji pêsipartên dine dewleta pêşerojê da zanîn.
Selîm El-Cebûrî serokê parlemana berê ya Iraqê jî got: Welêt hevceyî bi yekgirtin û parastina destkewtên siyasî ji bo xurtkirina peywedniyên derveyî heye. Wî hêvî kir ku şêwirîna lîsteyên serketî ên hilbiajrtinan bo avakirina dewleta nû, hemî lîsteyên hilbiajrtinê bigre ber xwe.
Li civîna destpêbûna parlemana Iraqê, Muhemed Elî Zêynî wek serokê temendar hat bijartin. Li civîna îro her wiha divê firaksiyona piraniyê hat raghandin û amadekariyên damezrandina dewleta nû bên kirin.