Vekirina parlemana Iraqê û sekinîna rayedarên vî welatî ser damezrandina dewleteke bihêz
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i295516-vekirina_parlemana_iraqê_û_sekinîna_rayedarên_vî_welatî_ser_damezrandina_dewleteke_bihêz
Serokkomar, serokwezîr û serokê parlemana berê ya Iraqê îro duşemiyê li civîna damezaindina parlemana nû ya vî welatî, ser pêwîstiya avakirina dewleteke bi hêz, ximzetkar û nerim û hevseng sekinîn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 03, 2018 14:48 Asia/Tehran
  • Vekirina parlemana Iraqê û sekinîna rayedarên  vî welatî ser damezrandina dewleteke bihêz

Serokkomar, serokwezîr û serokê parlemana berê ya Iraqê îro duşemiyê li civîna damezaindina parlemana nû ya vî welatî, ser pêwîstiya avakirina dewleteke bi hêz, ximzetkar û nerim û hevseng sekinîn.

 Li gorî rapora IRNA`yê, Fuad Mesûm li axiftinekê hêvî kir: Parlemana  nû bila dewleteke  bi hêz hilbijêre da ku aramî û aşitî û aramiyê li Iraqê pêk bîne û dewleta pêşerojê bikaribe derfetên  kar û şuxil û derhata  malbatan zêde bike.

 Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê jî got: Dewleta  pêşerojê divê bo avedankirin, xizmet û pêkanîna  derfetên kar û şuxil û reforma  aborî hewl bide. wî parastina  destkewtên  ewlehiyê û hewldana  ji bo parastina  aramiyê li welêt ji pêsipartên  dine dewleta pêşerojê da zanîn.

 Selîm El-Cebûrî serokê parlemana  berê ya Iraqê jî got: Welêt hevceyî bi  yekgirtin û parastina  destkewtên  siyasî ji bo xurtkirina peywedniyên  derveyî heye. Wî hêvî kir ku şêwirîna lîsteyên  serketî ên hilbiajrtinan bo avakirina  dewleta nû, hemî lîsteyên  hilbiajrtinê bigre ber xwe.

 Li civîna destpêbûna  parlemana Iraqê, Muhemed Elî Zêynî wek serokê temendar hat bijartin. Li civîna  îro her wiha  divê firaksiyona piraniyê hat raghandin û amadekariyên  damezrandina dewleta  nû bên kirin.