Fuad Mesûm ser pêwîstiya lidarxistina civîna parlemana Iraqê li dema qanûnî sekinî
Serokkomarê Iraqê ser pêwîstiya lidarxistina civîna parlemana vî welatî li dema qanûnî ya wê teqez kir.
Li gorî rapora IRIB Newsê, Fuad Mesûm roja yekşemiyê li hevdîtina bi Bêrt Mek Gork, nûnerê taybet ê Donald Trump serokkomarê Emerîakyê li hevalbendiya qaşo navneteweyî ya li dijî DAIŞê û taxima bi wî re ser pêwîstiya sekinîna ser daxwaza nûnerên bijarte ji bo lidarxistina civîna parlemanê li dema qanûnî ya raghandî teqez kir.
Serokkomarê Iraqê li vê hevdîtinê bal kişand ser giringiya zêdekirina hewldana berpirsên iraqî û got: dewleta tê ya Iraqê divê bikarbe hemî xwestekên rewa yên gel cih bîne.
Ji aliyê din ve Fuad Mesûm li hevdîtina bi taxima Yekitiya Niştiamnî ya Kurdistanê partiya Demokrata a Kurdistana Iraqê ku li çarçoveya hewldanên komên siyasî bo pêkanîna fraksiyona piraniyê li parlemanê sefera Bexdayê kirine, ser pêwîstiya yekperçekirina hemî hewldanan bo bidestxistina hevhatin û yekitiyê teqez kir.
Pêştir Fuad Mesûmji parlemana vî welatî xwestibû ku heya 3 Îlona 2018an yekim civîna xwe ya fermî pêk bîne.
, Li çaremîn dewra hilbiajrtina parlemana Iraqê hevpeymaniya Saêrûnê ya ser bi Muqteda Sedr, Serokê tevgera Sedr, bi wergirtina 54 kursiyan li hilbijartina parlimanî ya Irqê bi ser ketiye.
Hevpeymnaiya Fethê bi serokatiya Hadî Amirî bi 47 kursiyan û hevpeymaniya Nesrê bi serokatiya Heyder Ebadiyê serokwezîrê niha yê Iraqê bi 43 kursiyan bi rêzê di cîgeha duyem û sêyem da cih girtine.
Her wiha Dewleta Qanûnê (Nûrî Malikî) bi 25 kursiyan, El Weteniye (Eyad Elawî) bi 22 kursiyan, Tevgera Hikmetê (Seyd Emar Hekîm) bi 19 kursiyan û El Qerar (Osame Nuceyfî) bi 13 kursiyan, zêdetirîn pişk û para parlemana tê ya Iraqê bi dest xistin.