Berhema Salih berbijarîya xwe ji bo posta serokomartîya Iraqê derew zanî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i295473-berhema_salih_berbijarîya_xwe_ji_bo_posta_serokomartîya_iraqê_derew_zanî
Serokê Hevalbendîya Ji Bo Dêmokirasî û Dadperwerîyê îro gotegotên derbarê berbijarîya wî li hilbijartinên serokomartîya Iraqê de derew zanîn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 02, 2018 13:55 Asia/Tehran
  • Berhema Salih berbijarîya xwe ji bo posta serokomartîya Iraqê derew zanî

Serokê Hevalbendîya Ji Bo Dêmokirasî û Dadperwerîyê îro gotegotên derbarê berbijarîya wî li hilbijartinên serokomartîya Iraqê de derew zanîn.

Serokê Hevalbendîya Ji Bo Dêmokirasî û Dadperwerîyê îro li civîna rojnamevanîyê ya piştî hevdîtina digel desteya Partîya Dêmokirat a Kurdistanê (PDK) li Hewlêrê got ku ew berbijarê hîç alîyekî li posta serokomartîyê nînim.

Wî got ku komên kurd hewcedarê gotûbêja kêrhatî û avakir û hevkarîya bi hemî alîyan re ne.

Berhem Salih herwiha pêgirî kir ku “Wek Hevpeymanîya bo Demokrasî û Dadperwerîyê me biryar daye beşdarî hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê nebin. Em hêvîdar in ev prose serkeftî be, ji ber ku Herêma Kurdistanê nikare zêdetir li hember vê rewşê li ber xwe bide.”

Şandeke PDKê îro li Hewlêrê bi serokatîya Nêçîrvan Barzanî, bi armanca gotûbêja derbarê hilbijartinên parlamentoya Herêma Kurdistanê û pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê de serdana Hevpeymanîya bo Demokrasî û Dadperwerîyê kir.

Nêçîrvan Barzanî jî li vê civîna rojnamevanîyê got: Di vê civînê de her du alîyan basa 2 mijaran kirin. Yek ji wan hilbijartinên Herêma Kurdistanê bû û ya din jî pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê.”

Barzanî destnîşan kir, ku projeyeke hevbeş a PDK û YNKê bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê heye û diyar kir, ku ji bo li ser vê projeyê gotûbêj were kirin ew ligel hemû aliyan danûstandinan dikin.