Gotinên mudaxilekerane yên Pompeo li bara Iraqê
Wezîrê karên derve yê Emerîka di dewama siyasetên mudaxilekerane yên vî welatî li karûbarên welatan, îdiaya piştgiriya ji yekperçetiya erdê Iraqê kir.
Li gorî rapora Fars News`ê, Mike Pompeo wezîrê karên derve yê Emerîka li gotûbêja telefonî tev Heyder Ebadî, serokwezîrê Iraqê her wiha ji bo pînekirina dewama mudaxila li karûbarên vî welatî got: Waşengton piştgiriyê dide hewldanên Bexdayê bo dameztandina dewletê.
Ev îdiaya Emerîka li halekê ye ku hejmareke zêde ji xelkê Iraqê roja înê li xwenîşandana li dijî emerîkî ku li bajarê Bexdayê paytexta vî welatî hatibû lidarxistin, ji Waşengtonê xwestin ku dawiyê bidine mudaxila xwe li karûbarên navxweyê yên Iraqê.
Neraziyên iraqî li vê xwenîşanadnê ragahndin ku balyozxana Emerîka li Bexdayê, çavkaniya xirabkariya li Iraqê ye.
Tevî dijberiya yekperçe a iraqiyan û biryara parlemana vî welatî bo derketina eskerên emerîkî ji Iraqê, Waşengton şerê li dijî DAIŞê wek mehneyekê bo mayîn hêzêna xwe li Iraqê bi kar tîne.
Piştî ragahndina işkesta koma terorîstî ya DAIŞê li Iraqê, piraniya partî, kesayetî û medya iraqî balê dikşînin ser têkçûna mehna mayîna eskerên biyanî ser navê hevalbendiya qaşo navneteweyî li dijî DAIŞ`ê li welatê xwe û zêdetir ji berê daxwaza derketina van eskeran kirine ku piraniya wan hêzên emerîkî ne.