Muqteda Sedr ser damezrandina dewleta teknokrat li Iraqê sekinî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i295466-muqteda_sedr_ser_damezrandina_dewleta_teknokrat_li_iraqê_sekinî
Muqteda Sedr, serokê tevgera Sedrê ya Iraqê, cardinê ser damezrandina dewleta teknokirat bona xizmeta bo gelê Iraqê sekinî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 02, 2018 12:00 Asia/Tehran
  •  Muqteda Sedr ser damezrandina dewleta teknokrat li Iraqê sekinî

Muqteda Sedr, serokê tevgera Sedrê ya Iraqê, cardinê ser damezrandina dewleta teknokirat bona xizmeta bo gelê Iraqê sekinî.

 Li gorî rapora roja yekşemiyê ya ISNA`yê, serokê tevgera Sedrê ya Iraqê li twîtekê tevî dijberiya li hember damezrandina  dewletê li gor her cure sîstema  parvekirinê li vî welatî û raghand: Vegeryana bo sîstema  par û pişkan, eşîregerî,  gendelî û tîmên aborî dê serê xwe negre.

 Muqteda Sedr diyar kir: Emê li hember alîgirên par û pişkan li parlemana Iraqê bisekinin.

  Rêberê tevgera Sedrê her wiha  ser hewldana  ji bo damezrandina dewletekê li çarçoveya  xizmeta bo welatiyên iraqî teqez kir.

 Hewldanên  firaksiyonên  serketî li hilbijartinên  Iraqê ji bo avakirina  hevalebndiyeke  mezintir ji bo dewama damezrandina dewletê didome.

 Li çaremîn dewra hilbiajrtinên  parlemanî yên Iarqê ku 12 Gulana 2018an  hat lidarxistin, hevpeymaniya Saêrûnê ya ser bi Muqteda Sedr, Serokê tevgera Sedr, bi wergirtina 54 kursiyan li hilbijartina parlimanî ya Iraqê bi ser ketiye.

Hevpeymaniya Fethê bi serokatiya Hadî Amirî bi 47 kursiyan û hevpeymaniya Nesrê bi serokatiya Heyder Ebadiyê serokwezîrê niha yê Iraqê bi 43 kursiyan bi rêzê di cîgeha duyem û sêyem da cih girtine.

Her wiha Dewleta Qanûnê (Nûrî Malikî) bi 25 kursiyan, El Veteniye (Eyad Elawî) bi 22 kursiyan, Tevgera Hikmetê (Seyd Emar Hekîm) bi 19 kursiyan û El Qerar (Osame Nuceyfî) bi 13 kursiyan, zêdetirîn pişk û para parlimana tê ya Iraqê bi dest xistin.