Muqteda Sedr ser damezrandina dewleta teknokrat li Iraqê sekinî
Muqteda Sedr, serokê tevgera Sedrê ya Iraqê, cardinê ser damezrandina dewleta teknokirat bona xizmeta bo gelê Iraqê sekinî.
Li gorî rapora roja yekşemiyê ya ISNA`yê, serokê tevgera Sedrê ya Iraqê li twîtekê tevî dijberiya li hember damezrandina dewletê li gor her cure sîstema parvekirinê li vî welatî û raghand: Vegeryana bo sîstema par û pişkan, eşîregerî, gendelî û tîmên aborî dê serê xwe negre.
Muqteda Sedr diyar kir: Emê li hember alîgirên par û pişkan li parlemana Iraqê bisekinin.
Rêberê tevgera Sedrê her wiha ser hewldana ji bo damezrandina dewletekê li çarçoveya xizmeta bo welatiyên iraqî teqez kir.
Hewldanên firaksiyonên serketî li hilbijartinên Iraqê ji bo avakirina hevalebndiyeke mezintir ji bo dewama damezrandina dewletê didome.
Li çaremîn dewra hilbiajrtinên parlemanî yên Iarqê ku 12 Gulana 2018an hat lidarxistin, hevpeymaniya Saêrûnê ya ser bi Muqteda Sedr, Serokê tevgera Sedr, bi wergirtina 54 kursiyan li hilbijartina parlimanî ya Iraqê bi ser ketiye.
Hevpeymaniya Fethê bi serokatiya Hadî Amirî bi 47 kursiyan û hevpeymaniya Nesrê bi serokatiya Heyder Ebadiyê serokwezîrê niha yê Iraqê bi 43 kursiyan bi rêzê di cîgeha duyem û sêyem da cih girtine.
Her wiha Dewleta Qanûnê (Nûrî Malikî) bi 25 kursiyan, El Veteniye (Eyad Elawî) bi 22 kursiyan, Tevgera Hikmetê (Seyd Emar Hekîm) bi 19 kursiyan û El Qerar (Osame Nuceyfî) bi 13 kursiyan, zêdetirîn pişk û para parlimana tê ya Iraqê bi dest xistin.