Hêzeke leşkerî ya hevpar ji kurd û iraqîyan li Nêynewayê dê bê pêkanîn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i295461-hêzeke_leşkerî_ya_hevpar_ji_kurd_û_iraqîyan_li_nêynewayê_dê_bê_pêkanîn
Berdevkê Çiqa Nêynewayê ya YNK ragihand ku dewleta Iraqê dê bi merema parastin û dabînkirina ewlehîya parêzgeha Nêynewayê hêzeke 5 hezar kesî ji kurdan û çîn û qatên din ên vê parêzgehê pêk bîne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 02, 2018 11:36 Asia/Tehran
  • Hêzeke leşkerî ya hevpar ji kurd û iraqîyan li Nêynewayê dê bê pêkanîn

Berdevkê Çiqa Nêynewayê ya YNK ragihand ku dewleta Iraqê dê bi merema parastin û dabînkirina ewlehîya parêzgeha Nêynewayê hêzeke 5 hezar kesî ji kurdan û çîn û qatên din ên vê parêzgehê pêk bîne.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Kurdpress`ê, Xîyas Sûrçî li hevpeyvîna digel malpera SNN`ê ragihand ku piştî êrişa DAIŞ`ê ser parêzgeha Nêynewayê û dagirkirina gellek deverên wê, zêde ji 10 hezar daxwaz ji hêla çîn û qatên curbicur ên niştecihê vê parêzgehê ve ji bo pêkanîna hêza leşkerî ya taybetî parêzgeha Nêynewayê bi merema parastina wê ji bo dewleta Iraqê hatine şandinê.

Berdevkê Çiqa Nêynewayê ya YNK herwisan got ku niha ji ber valatîya emnî ya piştî vekişîna hêzên Heşdi Şeibî ji hin deverên parêzgeha Nêynewayê, dewleta Iraqê pêngavên ji bo pêkanîna hêza leşkerî ya taybet li parêzgeha Nêynewayê destpê kirine.

Wî got ku dewleta Iraqê bi awayekî fermî razîbûna xwe li bara pêkanîna vê hêzê ku 5 hezar kes ji niştecihên curbicur ên vê parêzgehê ji wan Kurd, Ereb û Tirkmenan digire ber xwe, dîyar kirîye.

Sûrçî li dawîyê pêgirî kir ku hegera pêkanîna vê hêzê jî ``valatîya emnî li Nêynewayê bûye û pêkanîna wê jî li gorî pişkbendîya hizbî nabe û ew  hêza leşkerî wê di çarçova artêşa Iraqê de û di bin fermandetîya artêşê de kar bike.