Hevalbendîya Al Nesrê berbijarîya Falih Feyyaz ji bo serokwezîrtîyê derew zanî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i295425-hevalbendîya_al_nesrê_berbijarîya_falih_feyyaz_ji_bo_serokwezîrtîyê_derew_zanî
Nivîsgeha raqgihandinê ya Hevalbendîya Al Nesr a Iraqê li daxûyanîyekê pêşnîyara vê hevalbendîyê ji bo nasandina Falih Feyyaz serokê wêdedayî yê Heşdi Şeibîyê wekî berbijarê serokwezîrtîyê derew zanî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 01, 2018 11:12 Asia/Tehran
  • Hevalbendîya Al Nesrê berbijarîya Falih Feyyaz ji bo serokwezîrtîyê derew zanî

Nivîsgeha raqgihandinê ya Hevalbendîya Al Nesr a Iraqê li daxûyanîyekê pêşnîyara vê hevalbendîyê ji bo nasandina Falih Feyyaz serokê wêdedayî yê Heşdi Şeibîyê wekî berbijarê serokwezîrtîyê derew zanî.

Li gorî rapora televîzyona Al Mayadeenê, berî vîya hatibû ragihandinê ku piştî fermana serokwezîrê Iraqê ya wêdadayîna Falih Feyyaz ji serokatîya Heşdi Şeribîyê, Hevalbendîya Al Nesrê ew wekî berbijarê vê hevalbendîyê ji bo posta serokwezîrtîya Iraqê daye nasandin. 

Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê pêncşema buhurî got: Falih Feyyaz bi hegera xwetêkilkirina nav karên sîyasî û hizbî û berovajîbûna vê yekê digel esasa erkên ewelhî û lêzanînan, ji postên xwe hatîye wêde birinê.

Rexnekirên vê biryarê ji wan Hevalbendîya Al Fethê bi serokatîya Hadî AMirî, wêdedayîna vî rayedarê ewelhîyê yê pilebilind ê ewlehîya Iraqê bieyareke sîyasî û sedema ketina ber xeterê ya istiqrar û ewlehîya vî welatî zanîn.