Xwenîşandan li Bexdayê bona protestokirina mudaxila Emerîkayê li pêvajoya damezrandina Dewletê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i295411-xwenîşandan_li_bexdayê_bona_protestokirina_mudaxila_emerîkayê_li_pêvajoya_damezrandina_dewletê
Bi hezaran kes ji gelê Iraqê roja îniyê bo cara dudiyan li vê heftiyê bona protestokirina muadxila Emerîkayê li pêvajoya damezrandina dewleta nû ya Iraqê li Bexdayê xwenîşandan bi rê xistin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 01, 2018 06:48 Asia/Tehran
  •  Xwenîşandan li Bexdayê bona protestokirina mudaxila Emerîkayê li pêvajoya damezrandina Dewletê

Bi hezaran kes ji gelê Iraqê roja îniyê bo cara dudiyan li vê heftiyê bona protestokirina muadxila Emerîkayê li pêvajoya damezrandina dewleta nû ya Iraqê li Bexdayê xwenîşandan bi rê xistin.

 Li gorî rapora Al-Alamê, Xwenîşanderên iraqî hin plkard rakiribûn ku ser wan hatibû nivîsîn: ``Balyozxana  Emerîkayê li Bexdayê, serekaniya terorîzmê ye``.

 Gelê Iraqê roja çarşemiyê jî bi lidarxistina kombûna nerazîbûnê li Bexdayê, mudaxilên Emerîkayê li pêvajoya damezrandina  dewleta Iraqê şermezar kiribûn.

 Ji dema lidarxistina hilbijartinên parlemanî yên Iraqê heya niha  Bêrt Mek Gork nûnerê taybet ê Donald Trump serokkomarê Emerîkayê li hevalbedniya qaşo navneteweyî li dijî DAIŞê, pir hewl daye tev rêberên siyasî û serokê partiyên Iraqê hevdîtinê pêk bîne û bi wan re li bara  damezrandina  dewleta nû bişêwire.

 Komên siyasî li Iraqê raghandine ku nûnerê Trump hewl dide bi zext û bi gefê, dewleteke  hevdeng bi Waşengtonê re li Iraqê were damezrandin.

 Ji ber vê yekê gel û kesayetiyên Iraqê nerazî ne.