Heger û dûhatên kiryara Ebadî derheq wêdebirina Falih Feyaz
Heyder Ebadî, serokwezîrê Iraqê şeva buhurî, 30ê Tebaxê bi hikmekê Falih Feyaz serokê Heşda Şebî û şêwirmendê ewlehiya neteweyî ji posta xwe wêde bir.
Li bara kiryara Heyder Ebadî dikarin majaeyî du hegerên rûvekî û rastîn bikin.
Hgera rûvekî hema ev tişt e ku Ebadî bi xwe bala xwe daye ser û gotiye ku Feyaz li dû karûbarên siyasî li welêt e û li gor qanûna bingehîn a Iraqê, kesên bi nav û deng ên eskerî nabe li karûbarên siyasî rola xwe hebin.
Bê şik ev hegera tenê rûveka meselê ye û hegera rastîn tişkete din e. Em dikarin bibêjin yek ji hegerên rastîn hema ev mijar e ku tevgera Fathê îro li daxûyaniya ku wek berteka li hember kiryara Ebadî hat dayîn, bala xwe da ser.
Fathê li vê daxûyaniyê ragihand hegera sereke ya wêdebirina Falih Feyaz ev e ku Heyder Ebadî hewl dide bo cara dudiyan posta serokwezîriya Iraqê bi dest bixe lê Feyaz dijberê serokwezîriya wî bo cara dudiyan e û naxwaze vê meselê qebûl bike û wê ser mesilheta Iraqê nizane.
Xêncî wê, li gorî rapora hin çavkaniyan, Ebadî wêdebirina Feyaz ser fermana Waşîngtonê cih aniye. Emerîka û hevpeymanên wê pir hewl didin Heşda Şebî li Iraqê wêde bibin û dewleeke girêdayî bi Waşewngtonê bînin ser desthilatê.
Li vê çarçoveyê, ajnasa nûçan a El-Xedê ji zarê çavkaniyeke agehdar ragihand ku Waşîngtonê pêşniya da Feyalz ku ger tevlî hevalbendiya Hikmeyê ya ser bi Emar Hekîm û Sairûnê ser bi Muqteda Sedr bibe, dê Waşîngton jî piştgiriya serokwezîriya wî bike. Lê Feyaz ev pêşniyaya qebûl nekir. Ji xwe pêşniyara Emerîkayê bo Feyaz bona pêkanîna bê tifaqiyê navbera Ebadî û Feyaz ci hat ku wer xûya dike karî bighêje armanca xwe .
Ger çi em hîn nikarin bibêjin ku hegera eseh a kiryara Ebadî li wêdebirina Falih Feyaz kîjan e, lê ev kiryara dikare dûhatên giring hebe. Ji dûhatên herî giring, dewama dirêjkirina nasandina serokwezîrê nû yê Iarqê ye.
Hilbijartina parlemana Iraqê li 12 Gulana 2018an hat lidarxistin lê bi derbasbûna zêde ji 100 rojan ser lidarxistina vê hilbijartinê hîn komên siaysî yên vî welatînakearîne serokwezîrê nû bidin nasandinî. Kiryara Ebadî dikare vê pêvajoyê dirêjtir bike.
Dûhata din ev e ku ev kiryara Ebadî dikare şansê wî jibo bidestxistina posta serokwezîriyê kêmtir bike ji ber ku Ebadî û Feyaz her du ji serokên bi nav û deng ên lîsteya hilbijartina Nesrê ne. Kiryara Ebadî li wêdebirina Feyaz dê bêtifaqiyan li nav lîsteya El-Nesrê zêde bike û ev meseleya jî dibe sedema kêmtirbûna serokwezîrê niha jibo bidestxtsina dbare ya vê postê.
Dûhata sisiyan a kiryara Ebadî ev e ku ev kiryara dibe sedema safîkirina hesabên siyasî li Iraqê û ji ber lawaziya ewlehiya li Iraqê dê dûhatên neyînî bo ewlehiay vî welatî hebe. Li vê çarçoveyê, li daxûyaniya Fathê ahtiye ku wêdebirina Falih Faz bi talûke ye ku Heşd Şebî û dezgeha ewlehiyê bixe nav pevçûnên siyasî.