Dewama xwenîşandan û nerazîtiyan li Besreyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i295381-dewama_xwenîşandan_û_nerazîtiyan_li_besreyê
Gelê besreyê li başûrê Iraqê careka din bi lidarxistina xwenîşandanê, daxawza baştirkirina xizmetgihanî û kokbirkirina gendeliyê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 31, 2018 07:50 Asia/Tehran
  • Dewama xwenîşandan û nerazîtiyan li Besreyê

Gelê besreyê li başûrê Iraqê careka din bi lidarxistina xwenîşandanê, daxawza baştirkirina xizmetgihanî û kokbirkirina gendeliyê kir.

Li gorî rapora Mehr Newsê ji zarê El Nehrêynê, Beşdarên li xwenîşandana navçeya El Keremeyê ya Besreyê bi bilindkirina hin dirûşmeyan daxwaza bersivdayîna dewleta navendî û konseyên parêzgeha bo daxwaza wan li warê dabînkirina xizmetên pêwîst.

Xwenîşandan û nerazîtiya gelê Iraqê li dijî gendeliya dewletî û lawaziya xizmetên gelemperî bi taybet qutbûna demdirêj a elektrîkê, kêmbûna avê, pirsgirêka karkirinê vê dawiyê li bajarê besreyê li başûrê Iraqê dest pê bû û pekiyaye parêzgehên navendî û başûrî yên vî welatî ji wan Bexdaya paytexta vî welatî.

Heyder Ebadiyê serokwezîrê Iraqê bi fermaneka ji heft xalan, li ser çareserkirina lezgîn a xwestek û pirsgirêkên gel pêgirî kir.