Hevpeymaniya Fethê bertek nîşanî wêdadayîn aSerokê Heşdê Şeibî da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i295377-hevpeymaniya_fethê_bertek_nîşanî_wêdadayîn_aserokê_heşdê_Şeibî_da
Li pey wêdadayîna Falih Feyaz, Rawêjakrê ewlehiya neteweyî û Serokê Rêxistina Heşdê şeibî ya Iraqê ji aliyê Heyder Ebadî, Serokwezîr û fermandarê gişt ê hêzên çekdar ên Iraqê va, Hevpeymaniya Hilbijartinê ya Fetha Iraqê bi serokatiya Hadi Amirî bertekeka gellek tund nîşan da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 31, 2018 06:33 Asia/Tehran
  • Hevpeymaniya Fethê bertek nîşanî wêdadayîn aSerokê Heşdê Şeibî da

Li pey wêdadayîna Falih Feyaz, Rawêjakrê ewlehiya neteweyî û Serokê Rêxistina Heşdê şeibî ya Iraqê ji aliyê Heyder Ebadî, Serokwezîr û fermandarê gişt ê hêzên çekdar ên Iraqê va, Hevpeymaniya Hilbijartinê ya Fetha Iraqê bi serokatiya Hadi Amirî bertekeka gellek tund nîşan da.

Li gorî rapora IRNAyê, Ebadî di dawiya Pêncşemiyê bi şev hikmek da ku li ser esasa wê, Falih Feyaz, Rawêjkarê ewlehiya neteweyî û Serokê hêzên seferberiya gelanî yên Iraqê (Heşdê Şeibî), ji ber ketina nav qada çalakiyên siyasî ku ne li gorî bêalîbûna postên ewlehî û istixbaratî ye, ji hemî postên dewletê tê wêdadayînê.

Ofîsa serokwezîrtiya Iraqê ragihand ku ketina Falih Feyaz nav qada çalakiyên siyasî ne li gorî bê-alîbûna postên ewlehî û istixbaratî.

Vê daxûyaniyê li vî warî da xwe ispartiye qanûna bingehîn a Iraqê li bara pêwîstiya bê-alîbûna saziyên ewlehî û istixbaratî her wiha rêziknameya Rêxistina Heşdê şeibî û destûrkarên têkildar.

Li vê daxûyaniyê tu amajeyek bi dewsgir an dewsgirên hitmalî yên Falih Feyaz li postên navbirî nehatiye kirin..

Çend saetan piştra Hevpeymaniya Hilbijartinê ya Fetha bi daxûyaniyekê ev biryar sebeba derbeya li rewşa ewlehiyê û ketina aramiya welêt ber metirsiyê da zanîn û îdia kir ku ev kar ji ber nepejriandina dora duyem a serokwezîrtiyê ji bo Ebadî ji aliyê Feyaz va pêk hatiye.

Ebadî, Rêberê hevpeymaniya Nesrê û Feyaz yej ji rêberên nasyar ên vê lîsteya hilbijartinê ye ku pêştir hin endamên wê Ebadî wek berendamê dubare yê serokwerzîrtiyê dabû nasandinê.