Ebadî serokê Heşdê Şeibî wêda danî
Heyder Ebadî, Serokwezîr û fermandarê gişt ê hêzên çekdar ên Iraqê Falih Feyaz Rawêjkarê ewlehiya neteweyî û Serokê hêzên seferberiya gelanî yên Iraqê (Heşdê Şeibî) ji hemî postan wêda danî.
Li gorî rapora IRNAyê, Ofîsa serokwezîrtiya Iraqê Pêncşemiyê bi şev bi daxûyaniyekê ragihand ku ev biryarji ber meyl û meraqa Falih Feyaz ji bo çalakiyên siyasî û partîtî hatiye dayînê.
Ofîsa serokwezîrtiya Iraqê ragihand ku ketina Falih Feyaz nav qada çalakiyên siyasî ne li gorî bê-alîbûna postên ewlehî û istixbaratî.
Vê daxûyaniyê li vî warî da xwe ispartiye qanûna bingehîn a Iraqê li bara pêwîstiya bê-alîbûna saziyên ewlehî û istixbaratî her wiha rêziknameya Rêxistina Heşdê şeibî û destûrkarên têkildar.
Li vê daxûyaniyê tu amajeyek bi dewsgir an dewsgirên hitmalî yên Falih Feyaz li postên navbirî nehatiye kirin..
Karzanên mijarên Iraqê vê biryarê di rewşa ku emrê dewleta niha vî welatî ber bi dawîbûnê ye û rêber û partiyên siyasî mijûlî gotûbêjên giştalî ji bo pêjkanîna fraksiyona (hevpeymaniya) mezin a Parlimanê ne ku dê desthilata damezirandina dewleta nû bigire destê xwe, hestyar û girîng dizanin.
Hilbijartina parlimanî ya Iraqê roja Şemiyê, 12ê Gulana 2018an bi beşdariya derdora 11 miliyon ji iraqiyan û bi asta beşdariya zêde ji sedî 44ê xelkê hat lidarxistin.
Li gorî ragihandina Komîsiyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinê, hevpeymaniya Saêrûnê ya ser bi Muqteda Sedr, Serokê tevgera Sedr, bi wergirtina 54 kursiyan li hilbijartina parlimanî ya Irqê bi ser ketiye.
Hevpeymnaiya Fethê bi serokatiya Hadî Amirî bi 47 kursiyan û hevpeymaniya Nesrê bi serokatiya Heyder Ebadiyê serokwezîrê niha yê Iraqê bi 43 kursiyan bi rêzê di cîgeha duyem û sêyem da cih girtine.
Her wiha Dewleta Qanûnê (Nûrî Malikî) bi 25 kursiyan, El Veteniye (Eyad Elawî) bi 22 kursiyan, Tevgera Hikmetê (Seyd Emar Hekîm) bi 19 kursiyan û El Qerar (Osame Nuceyfî) bi 13 kursiyan, zêdetirîn pişk û para parlimana tê ya Iraqê bi dest xistin.