Destwerdana Amerîkayê li mijara damezirandina dewleta nû ya Iraqê
Kongreya Neteweyî ya Iraqê êvara Çarşemeiyê ragihand: Zexta Amerîkayê li berbihurî û niha hokara tevlihevkirina biryardana li Iraqê ye.
Li gorî rapora IRIB Newsê, Kongreya Neteweyî ya Iraqê destnîşan kir: Destwerdanên biyanî û Amerîklayê li mijara damezirandina dewleta Iraqê rewşa qelaşa siyasî gurr kiirye û qada siyasî lihevalyayîtir dike.
Li vî halî, Mihemed Mehî, Berdevkê Koma Berxwedana Îslamî ya Ketaib Hizbullahê (Nêzikî lîsteya hilbijartinê ya Fethê) roja çarşemiyê got: Amerîka hokara pêknehatina hevpeymaniya siyasî navbera du lîsteyên hilbijartinê yên El Feth bi serokatiya Hadî Anirî û Sairûn bi serokatiya Muqteda Sedr e.
Mehî yek ji hokarên hewildanan Amerîkayê ji bo girtina pêşiya pêkhatina hevpeymanbûna Feth û Sairûnê garantîkirina hebûna xwe ya leşkerî li Iraqê da zanîn û got: Amerîka divê bizane ku nabe ku zêdetir ji viya sebr û hedara iraqiyan biceribîne.
Sairûn û Feth li mijara derketina çekdarên Amerîkayê û kêmkirina destwerdana Waşîngtonê li karên navxweyî yên Iraqê û xurtkirina hêzên çekdar û dewleta pêşerojê ya Iraqê hevnêrîn in.
Derdora sê meh ji hilbijartina parlimanî li Iraqê derbas bûye, lê hîn serokwezîrê nû yê Iraqê nehatiye nasandin ku di nav hegerên navxweyî û derveyî yên bibandor li vî warî da, rola astengîderxistinê ya Amerîkayê pirr-rengtir e.
Hilbijartina parlimanî ya Iraqê roja Şemiyê, 12ê Gulana 2018an bi beşdariya derdora 11 miliyon ji iraqiyan û bi asta beşdariya zêde ji sedî 44ê xelkê hat lidarxistin.
Li gorî ragihandina Komîsiyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinê, hevpeymaniya Saêrûnê ya ser bi Muqteda Sedr, Serokê tevgera Sedr, bi wergirtina 54 kursiyan li hilbijartina parlimanî ya Irqê bi ser ketiye.
Hevpeymnaiya Fethê bi serokatiya Hadî Amirî bi 47 kursiyan û hevpeymaniya Nesrê bi serokatiya Heyder Ebadiyê serokwezîrê niha yê Iraqê bi 43 kursiyan bi rêzê di cîgeha duyem û sêyem da cih girtine.
Her wiha Dewleta Qanûnê (Nûrî Malikî) bi 25 kursiyan, El Veteniye (Eyad Elawî) bi 22 kursiyan, Tevgera Hikmetê (Seyd Emar Hekîm) bi 19 kursiyan û El Qerar (Osame Nuceyfî) bi 13 kursiyan, zêdetirîn pişk û para parlimana tê ya Iraqê bi dest xistin.