Serokê tevgera sedrê ya Iraqê, alîgirên xwe vexwendin kombûna nerazîbûnê li dijî gendeliyê
Muqteda Sedr rêberê tevgera Sedrê ya Iraqê bi daxûyaniyekê ji alîgirên xwe xwest ku bi muansibeta yekim nimêja îniyê ya bavê xwe ayetullah Muhemed Sadiq Sedr li mizgevta Kûfê, îniya tê li nimêjeke milyonî li vê mzigevtê hazir bibin.
Li gorî rapora roja çarşemiyê ya IRNA`yê, Muqteda Sedr li vê daxûyaniyê bal kişand ser vê yekê ku nimêja îniyê ya tê, rewşê ji bo çêkirina Iraqa nû dû ji fasidan, zaliman, destdirêjkiran û dagirkiran be, sloganên vê nimêja îniyê binpêkirina firqexwazî, gendelî, parvekirina postên hikûmetî, terorîzm û dagirkirî da zanîn.
Ev daxûyaniya Sedrê li halekê cih tê ku Fuad Mesûm Serokkomarê Iraqê li gor qanûna bingehîna vî welatî, dema lidarxistina yekim civîna parlemanê duşemiya tê raghandiye.
Niha behs û nîqaşa navbera tevgerên siyasî yên serketî li hilbijartinê li bara fraksiyona mezin a hikûmetî didome û her yek ji wan ser muzakire û piştgiriya partiyên kurd ên iraqî û her wiha partiyên sunne ji bo pêkanîna firaksiyonên mezintir hesabeke taybet vekirine.
Fuad Mesûm serokkomarê Iraqê îro ji kurdan xwest ku beriya derbasbûna nava hevalbendiya mezin a parlemanî ya Iraqê ji aliyê din bi nivîskî garantiyê wergirin.
Li çaremîn dewra hilbijartinên parlemanî yên Iraqê ku 12ê Gulana 2018`an bi beşdariya sedî 44.5ê xelkê hat lidraxistin, Lîsteyên hilbijartinê yên Sairûn ( Muqteda Sedr) bi 54 kursiyan, Fath bi serokatiya Amêrî bi 48 kusiyan, El-Nesr bi serokatiya Heyder Ebadî bi 42 kursiyan li pila ewil heya sisyan cih girtine.