Serokê tevgera sedrê ya Iraqê, alîgirên xwe vexwendin kombûna nerazîbûnê li dijî gendeliyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i295328-serokê_tevgera_sedrê_ya_iraqê_alîgirên_xwe_vexwendin_kombûna_nerazîbûnê_li_dijî_gendeliyê
Muqteda Sedr rêberê tevgera Sedrê ya Iraqê bi daxûyaniyekê ji alîgirên xwe xwest ku bi muansibeta yekim nimêja îniyê ya bavê xwe ayetullah Muhemed Sadiq Sedr li mizgevta Kûfê, îniya tê li nimêjeke milyonî li vê mzigevtê hazir bibin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 29, 2018 16:09 Asia/Tehran
  •  Serokê tevgera sedrê ya Iraqê, alîgirên xwe vexwendin kombûna nerazîbûnê li dijî gendeliyê

Muqteda Sedr rêberê tevgera Sedrê ya Iraqê bi daxûyaniyekê ji alîgirên xwe xwest ku bi muansibeta yekim nimêja îniyê ya bavê xwe ayetullah Muhemed Sadiq Sedr li mizgevta Kûfê, îniya tê li nimêjeke milyonî li vê mzigevtê hazir bibin.

 Li gorî rapora roja çarşemiyê ya IRNA`yê, Muqteda Sedr li vê daxûyaniyê bal kişand ser vê yekê ku nimêja îniyê ya tê,  rewşê ji bo çêkirina  Iraqa nû  dû  ji fasidan, zaliman, destdirêjkiran û dagirkiran be, sloganên  vê nimêja îniyê binpêkirina firqexwazî, gendelî, parvekirina  postên  hikûmetî, terorîzm û dagirkirî da zanîn.

Ev daxûyaniya Sedrê li halekê cih tê ku Fuad Mesûm Serokkomarê Iraqê li gor qanûna  bingehîna  vî welatî,  dema  lidarxistina  yekim civîna  parlemanê duşemiya tê raghandiye.

Niha behs û nîqaşa navbera tevgerên siyasî yên serketî li hilbijartinê  li bara  fraksiyona  mezin a hikûmetî didome û her yek ji wan ser muzakire û piştgiriya  partiyên kurd ên iraqî û her wiha partiyên sunne ji bo pêkanîna  firaksiyonên  mezintir  hesabeke taybet vekirine.

 Fuad Mesûm serokkomarê Iraqê îro ji kurdan xwest ku beriya derbasbûna  nava  hevalbendiya  mezin a parlemanî ya Iraqê ji aliyê din bi nivîskî garantiyê wergirin.

Li çaremîn  dewra hilbijartinên  parlemanî yên Iraqê ku 12ê Gulana 2018`an  bi beşdariya  sedî 44.5ê xelkê hat lidraxistin, Lîsteyên hilbijartinê yên Sairûn ( Muqteda Sedr) bi 54 kursiyan, Fath bi serokatiya Amêrî bi 48 kusiyan, El-Nesr bi serokatiya  Heyder Ebadî bi 42 kursiyan li pila ewil heya  sisyan cih girtine.