Hejmara kursiyên hevalbendiya El Weteniye, El Nesr, El Hikme û Saêrûnê gihîşte 128an
Çavkaniyeka siyasî a li Iraqê ragihand: Kursiyên hevalbendiya çaralî ya ku li Hotêl Babil a Bexdayê pêk hatiye, gihîşte 128an û wê 50 kursiyên din jî li vê hevalbendiyê zêde bibin.
Li gorî rapora kanala televîzyonî ya Sûmeriye News a Iraqê, kursiyên hevalbendiya Hotêl Babilê, gihêştiye 128an û çavlirê ye ku berî civîna Parlemanê ya roja duşemê, 50 kursiyên din jî li vê hevalbendiyê zêde bibin. Vê hevalbendiyê herwiha hilkolandina navên pêşniyarbûyî ji bo serokatiya taxima dewletê destpê kir.
Çavkaniyên agehdar ên li Iraqê dibêjin: Dûr nîne ku naveka nû ya ji bilî navên ku heya niha ji bo posta serokwezîrêtiyê raber bûne, were nasandin. Du hevalbendiyê Feth (Hadî Amirî) û Dewleta Qanûnê (Nûrî Malikî) jî ligel vê nihêrînê ne.
Ebdulah Zeydî, endamê taxima muzakireker a tevgera El Hikme jî li hevpeyvîna bi Sûmeriye Newsê re aşkera kir: Taximek ji du partiyên sereke yên Kurd, wê rojên tê ji bo hilkolandina mijara pêkanîna fraksiyona mezintir, seredana Bexdayê bike.
Vî endamê taxima muzakireker a Tevgera El Hikme got: Di dema şêwirînên ku bi Kurdan re cih hatine, ji bo agahiya ji helwêsta wan a li hember nihêrîna ku ji aliyê taxima Fraksiyona Çaralî ve ku vê dawiyê seredana Hewlêrê kiribû raber bibû, me peyamên erênî wergirtin, em tam gihîştine vê baweriyê ku Kurd ji ber nihêrîna ku ji bo bernameyên dewletê û garantiyên ku ji bo serêxwegirtina xwestekên kivşbûyî li qanûna bingehîn raber bûne kêfxweş in û li gel vê yekê ne ku komên din ên siyasî xwe ji şaşitiyên ku li pêvajoya pêkanîna dewletên berê tûşî wan bûne dûr bigirin.
Elî Felî, endamê Partya Demokrat a Kurdistanê ya Iraqê pêgîrî kir: Taxima gotûbêjker a çar partiyên Sairûn, Hikme, Weteniye û El Nesrê ku seredana Hewlêrê kirbû, bawerî bi xwestekên Kurdan yên qanûnî hebû û berpirsên Herêmê jî ser nihêrîna ku ji aliyê taxima muzakireker ve raber bûye agehdar bûn.