Du veşartîgehên DAIŞê li Selahedîna Iraqê hatin jinavbirin
Tebax 26, 2018 15:14 Asia/Tehran
Çavkaniyên iraqî qala jinavbirina du veşartîgehên têrorîstên DAIŞê li parêzgeha Selahedînê li bakurê Iraqê kirin.
Li gorî rapora roja Yekşemiyê ya Mehr Newsê, Ev du veşartîgeh li bakurê rojavaya Girava El Sîniyê bûn ku helîkopterên Iraqê dema geriyanê ewna nas kirin û ji nav birin.
Li gorî ragihndina çavkaniyên iraqî, li van veşartîgehan hejmareka zêde ya çekan hebû.
Li gorî nûçeyeka din ji Iraqê, Artêşa Iraqê qala kuştin herîkêm deh têrorstên DAIŞê li bakurê Mûsilê kir.
Ji dema ku hêêzn iraqî bi tamî çeteyên DAIŞê di sala 2017an da têk birin, rewşa ewlehiyê li Iraqê bi awayekî berbiçav baştir bûye.
Tevî viya hin endamên DAIŞê carna li navçeyên qelebalix ên bajaran êrîşî ser hêzên ewlehiyê û welatiyên sivîl dikin.