Balafirên cengê yên artêşa Iraqê pêgehên DAIŞ`ê li Mûsilê dan ber bombeyan
Tebax 25, 2018 11:55 Asia/Tehran
Balafirên cengê yên artêşa Iraqê pêgehên DAIŞ`ê li bajarê Mûsilê dan ber bombeyan.
Li gorî rapora malpera Şefeq News`ê, çavkaniyeka ewlehyê li parêzgeha Neynewayê, ragihand: Balafirên cengê yên artêşa Iraqê, bargehên DAIŞ`ê û tûnêlên li nêzîkî gundên El Exer û Zulhefê li bajarê El Şure ya li başûrê Mûsilê dan ber bombeyan.
Ev çavkaniya ragihand ku ev êrişane destpêkek ji bo cihanîna operasyona leşkerî li navçeyên navbirrî bi armanca şopandina endamên DAIŞ`ê ne.
Artêşa Iraqê berî niha parêzgeha Neynewayê bi tamî girte destê xwe û niha terorîstên DAIŞ`ê tenê li hin navçeyên li ser sînorê Iraq û Sûriyê mane.