Dewama nerezamendiya xelkê Besrayê ji ber kêmasiya av û qutbûna cereyanê
Bi sedan kes ji xelkê Besrê li başûra Iraqê ji ber kêmasiya ava vexwarinê û qutbûna cereyanê (elekterîkê) li vî bajarî xwenîşandan birê xistin.
Ligor rapora IRIB Newsê, Bi sedan kes ji xelkê Besrê li başûra Iraqê duh îniyê û piştî nimêja îniyê ji ber kêmasiya ava vexwarinê û qutbûna cereyanê li sûk û kolanên vî bajarî xwenîşandan birê xistin.
Xwenîşanderên iraqî yên bajarê Besrê ji dewleta Iraqê xwestin ku pirsgirêkên wan çareser bike.
Xwenîşanderan herwisa diroşm didan ku kirîza ava Besrê jiber gendelî û nehêjatiya karbidestên iraqî ye.
Di van rojên dawiyê de navçeyên curbicur ên Besrê bûne şahidê lidarxistina xwenîşandana berfire a neraziyên ji ber rewşa jiyanê û xizmetên giştî û di encama van xwenîşandanan de jî ciwanek hate kuştin û sê kesên din jî birîndar bûn ku ev yeka bû sedema hêrsbûna gel.
Ji hêla din ve, Ebdulmehdî Kerbelayî, nûnerê ayetulah Seyd Elî Sîstanî, merceê şîeyan, li xutbeyên nimêja îniyê ya çend hefte berî niha ya Kerbelayê gotibû ku Besre, demara aborî ya Iraqê û dergûşa şehîdan e, her ji ber wê biedlane nîne ku ji parêzgehên herî bêpar be.
Divê dewlet xwestekên xwenîşanderan cih bîne û bi cidîbûnê li hember gendelan tev bigere û kesên hêja bide xebatê.