Hitmala ragihandina firaksiyona pirranî ya Parlimana Iraqê di 2 rojên bê de
Endamekî Hevalbendiya Fethê, îro çarşemiyê ragihand: Hatiye lihevkirina ku firaksiyona pirranî ya Parlimanê di mideha du rojên bê de were ragihandin û hejmara endamên vê firaksiyonê jî di navbera 180 heya 200 kesî de ye.
Li gorî rapora kanala Sûmeriye News`ê ya Iraqê, Felah Hesen El Cezayirî, endamekî Hevalbendiya Fethê ser bi Hadî Amêrî got: Piştî erêbûna encamên hilbijartinan ji aliyê dadgeha federal ve û ketina komên siyasî nav muzakireyan ji bo pêkanîna civîna yekem a Parlimanê li dema kivşbûyî anegorî qanûna bingehîn, yanê herî dereng 15 rojan piştî dema erêkirina encamên dawîn ên hilbijartinan, firaksiyonên siyasî bi armanca pêkanîna firaksiyona pirrniyê, civînên xwe zêde û bernameyên xwe raber kirine.
Wî destnîşan kir: Feth bi 48 nûneran, Dewleta Qanûnê bi 27 nûneran, Hevalbendiya Nesr bi zêde ji 27 nûneran, Mêhwera Netewî bi 53 nûneran, Kurd bi 40 heya 50 nûneran li ser van nirxan xebitîn ku bibin sedema hevhatinekê li ser pêkanîna firaksiyoneka mezintir.
El Cezayirî herwiha got: Civînên vê dawiyê bûn sedema hevhatinekê ji bo nêzîkbûna dema ragihandina firaksiyona mezintir di mideha du rojên tê de û muhtemel e ku hejmara nûnerên wan bigihîje 180 heya 200 nûnerî.