Serokomarê Iraqê: Peywendîyên Têhran-Bexdayê di asteke bilind da ne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i294961-serokomarê_iraqê_peywendîyên_têhran_bexdayê_di_asteke_bilind_da_ne
Serokomarê Iraqê boykotên dijî Komara Islamî ya Îranê ser zîyana dewlet û gelê Iraqê zanîn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 20, 2018 03:05 Asia/Tehran
  • Serokomarê Iraqê: Peywendîyên Têhran-Bexdayê di asteke bilind da ne

Serokomarê Iraqê boykotên dijî Komara Islamî ya Îranê ser zîyana dewlet û gelê Iraqê zanîn.

Fuad Meisûm serokomarê Iraqê şeva buhurî li hevpeyvîna digel kanala nûçan a Al Alamê derbarê kiryara yekalî ya Amerîkayê ya li dijî Îranê û sepandina dubare ya boykotan ser Têhranê de got: Ew boykotana netenê ser zîyana Iraqê belkî ser zîyana wan hemî welatan e ku digel Amerîkayê, Rêketinama Atomî ya digel Îranê wajo kirine.

Serokomarê Iraqê li pişkeke vê hevpeyvînê bal kişand ser peywendîyên Têhran-Bexdayê û got ku ne mimkin e Iraq bibe darê destê Amerîkayê l idijî alîyekî din.

Fuad Meisûm di eynî demî de pêgirî li ser berfirekirina peywendîyên Îran û Iraqê kir û got: Komara Islamî ya Îranê kir û got: Komara Islamî ya Îranê hema ji destpêka sekinîna li hemberî têrorîstên DAIŞ`ê li Iraqê, netenê alîkarîyên mirovî, belkî alîakrîyên leşkerî û lêzanînan jî raber kirin.