Erêkirina teqil a encamên hilbijartinên parlemana Iraqê
Dadgeha Bilind a Fêdêral a Iraqê encamên hilbijartinên parlemana vî welatî bi awayekî fermî piştrast û erê kir.
Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Eyas Samûk berdevkê Dadgeha Bilind a Fêdêral a Iraqê li daxûyanîyekê ragihand ku vê Dadgehê piştî hilkolandina deqîq a gilî û dozan, bi pirranîya dengan encamên hilbijartinên parlemana vî welatî bi awayekî fermî piştrast û erê kir.
Ev erêkirina 3 mehan piştî lidarxistina hilbijaretinên parlemana Iraqê û çend rojan piştî hejmartina bi destan a dengên hilbijartinên parlemanê ya bi hegera nerazîbûna hin alîyan têkildarî encaman pêk hat.
Komsyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê di 3`yê Tîrmeha îsal de piştî gilî û dozvekirina alîyên curbicur derbarê sextekarîya li hin navendên dengdayînê, hejmartina bi destan a dengan destpê kir.
Di çaremîn dewra hilbijartinên parlemana Iraqê de ku di 12`ê Gulanê de bi pişkdarîya sedî 44.5`ê kesên xwedî merc hat lidarxistinê, lîsteyên Sairûn bi serokatîya Muqteda Sedir 54 kursî, Al Fetih bi serokatîya Hadî Amirî 48 kursî, Al Nesr bi serokatîya Heyder Ebadî 42 kursî bi dest xistin û li rêzên yekem heta sêyem cî girtin.