Gireva li navenda parêzgeha Besra Iraqê bona protesokirina kuştina neraziyekî
Bi dehan iraqî îro gireveke eşkere li navenda parêzgeha Besrayê bona protestokirina kuştina xwenîşderekî û girtina neraziyên din destpê kirin.
Li gorî rapora ISNA`yê, û ji zarê malpera Someriye News`ê ,li 48 sietên buhurî hêzên ewlehiyê ketine tevgerê û dest bi serkutkirina di xwenîşandanan kirin ku yek li ber meydana niftê ya rojava El-Qernê û ya din jî li navenda beşa Îzedîn Selîm li bakurê Besrayê hatibû lidarxistin.
Li encama mudaxila hêzên iraqî xwenîşanderek hat kuştin û 20 kes birîndar bûn û hêsekî ewlehiyê jî birîndar bû.
Rafid El-Kenanî, yek ji xwenîşanderan got ku bi dehan xwenîşander li ber avahiya walîtiya Besrayê vegirtin û gireveke eşkere bona protestokirina reftara hêzên ewlehiyê tev xwenîşanderan û sersariya dewletê li hember xwestekên xwe destpê kirin.
Ji aliyê din ve, komîsyona mafên mirovan a Iraqê têkildarî parlemanê ku mîna çavdêrê mafên mirovan ê vî welatî ye, hin lêkolîn li bara van şîdetan li Besrayê destpê kir.