Rêxistina Neteweyên yekbûyî çavdêriya hilbijartinên pêşeroja Iraqê nake
Taxima şandî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî bo Iraqê,daxwaza berpirsên Herêma Kurdistana Iraqê ji bo çavdêriya ser hilbijartinên parlemanî yên vê herêmê li dawiya Îlona tê qebûl nekir.
Li gorî rapora ISNA`yê, Taxima şandî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî bo Iraqê,daxwaza berpirsên Herêma Kurdistana Iraqê ji bo çavdêriya ser hilbijartinên parlemanî yên vê herêmê li 30 Îlona tê qebûl nekir.
Alîs Volbel, alîkarê nûnerê sekreterê giştî yê Rêxistian Neteweyên Yekbûyî li Iraqê li civîneke rojnamevaniyê ya hevparbi Henderîn Muhemed, serokê komîsona hilbijartinên Kurdistanê li Hewlêrê li bara mijara hilbijartina parlemanî yên Herêma Kurdistana Iraqê got: Taxima Rêxistian Neteweyên Yekbûyî tu carî dê rasterast çavdêriya hilbijartinên parlemanî yên herêmê li roja denggirtinê neke.
Volbel bal kişand ser vê yekê ku ji saziyên navneteweyî ji bo pêvajoya çavdêriyê dewet hatiyekirin, got: Emê alîkariya komîsyonê bikin û amadebûna me li navndên dengirtinê dê nefermî be.
Henderîn Muhemed jî li vê civîna rojnamevaniyê got ku dê bi zûtirkê amadekarî û xebatên locêstîk ji bo lidarxistina hilbijartinê kuta dibin.