22 têrorîstên DAIŞ`î li Iraqê hatin kuştinê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i294818-22_têrorîstên_daiŞ_î_li_iraqê_hatin_kuştinê
Hêzên ewlehîyê yên Iraqê di dewama opêrasyona lêgerîn û paqijkirina çîyayê Hemrînê ji têrorîstên DAIŞ`ê, 22 têrorîstên vê komê li parêzgeha Dîyalê kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 16, 2018 05:19 Asia/Tehran
  • 22 têrorîstên DAIŞ`î li Iraqê hatin kuştinê

Hêzên ewlehîyê yên Iraqê di dewama opêrasyona lêgerîn û paqijkirina çîyayê Hemrînê ji têrorîstên DAIŞ`ê, 22 têrorîstên vê komê li parêzgeha Dîyalê kuştin.

Mezher Izawî fermandeyê opêrasyona Dîyalê li hevpeyvîna digel Kanala Rudawê got: Bi dû vê opêrasyonê pişkeke berfire ya çalakîyên têrorîstan li çîyayên Hemrînê hatîye sekinandinê û 25 veşartgehên binerdî yên DAIŞ`ê jî hatin peydakirin û têkbirinê.

Ji hêla din ve, Navenda Ragihandinê ya Ewlehîyê ya Iraqê da xûyakirinê ku di encama şopandin û hewildanên fermandetîya opêrasyona Samerayê de, 3 têrorîstên xwekuj li vî şarî ji hêla hêzên ewlehîyê va hatin dorpêçkirin û kuştinê û têrorîstek jî hat birîndarkirinê.

Navenda Ragihandinê ya Ewlehîyê ya Iraqê herwiha ragihand: Di encama vê opêrasyonê de hêzên ewlehîyê li devera Sîfonîyê ser bi nahîya Muitesemê li rojhilata bajarê Samerayê dest danîn ser gellek çek, qawûşên teqemenîyê û bombeyên bidestçêkirî.