Emar Hekîm: Siyaseta boykotê nayê qebûlkirin.
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i294806-emar_hekîm_siyaseta_boykotê_nayê_qebûlkirin.
Seyd Emar Hekîm, serokê tevegra Hikmeya neteweyî ya Iarqê li hevdîtina bi Daglas Sîlîman balyozê Emerîkayê li Bexdayê got:Em siyaseta boykotê qebûl nakin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 15, 2018 14:33 Asia/Tehran
  •  Emar Hekîm: Siyaseta boykotê nayê qebûlkirin.

Seyd Emar Hekîm, serokê tevegra Hikmeya neteweyî ya Iarqê li hevdîtina bi Daglas Sîlîman balyozê Emerîkayê li Bexdayê got:Em siyaseta boykotê qebûl nakin.

 Li gorî rapora IRNA`yê, Emar Hekîm roja çarşemiyê li vê hevdîtinê bal kişand ser vê yekê ku  iraqî siyaseta boykota gelan qebûl nakin û got: Ev siyaset encamên neyînî yên zav ji bo ewlehî û aramiya Rojhilata Navîn  heye.

  Wî bal kişand ser boykotên  Emerîkayê li dijî Îranê û got: dê dûhatên  neyînî yên van boykotan pêsîra gelê Iraqê jî bigere ku peywendiyên   civakî, aborî û şandî yên berfireh bi îraniyan re hene.

 Emar Hekîm, pêştir jî tevî şermezarkirina boykotên Waşengtonê li dijî Têhranê, boykota Îranê li dijî berjewendiyên Iraqê û welatên  navçê raghandibû.

Trump serokkomarê Amerîka  heştê meha Gulana 2018` an  bi dubarekirina  tawanên pûç li dijî Îranê, derketina Waşengtonê ji rêketinnama navokî û vegeryana  boykotên  navokî li dijî Îranê raghand.

Donald Trump, serokkomarê Emerîkayê 8 Gulana  jî li fermanekê, hin boykotên neqanûnî yên vî welatî li dijî Îranê li beşa trimbêlçêkirinê û zêran vegerîne.

 Emar Hekîm her wiha li  li hevdîtina bi Yan Kobîş, şandiyê taybet ê NY bo Iraqê, daxwaza cihanîna rola berfireh a vê rêxistinê li kêmkirina  kêşe û pirsgirêkên navçê kir.

 Yan Kobîş jî ji rola tevgera  Hikmeya Neteweyî li nêzîkkirina nihêrîn û pêkanîna  hevdengî û hevhatinê navbera partiyên siyasî spasî kir.